02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Gever - şer - pevçûn - wêran

    Kongra-Gel: Derîyê me ji dîyalogê re vekirî ye

    © Sputnik/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 131 0 0

    Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Serokê Kongra-Gel Zubeyîr Aydar, êrîşên esmanî yên Tirkîyê hember PKK, peyvajoya aştîyê li Tirkîyê jî nav de mijarên girîng yên Kurdan dinirxîne.

    Amerîka — Aydar dibêje, kesê ku dawî li peyvajoya aştîyê anîye Erdogan e û ew dixwazin vê peyvajoyê berdewam bikin.

    "Bakurê Kurdistanê di rewşeke nav şer de ye. Tirkîye bi awayekî piralî êrîş tîne ser Kurdan û gelê Kurd jî li ber xwe dide."

    Aydar dibêje, êrîşên dewleta Tirk ne tenê li ser gelê Kurd e, lê tevahîya dezgehên wan yan li Tirkîyê jî dibin armanc û rewş ber bi xirabûnê ve diçe.

    Aydar dîyar dike ku şer ne bijara wan e jiber ku Kurdan dixwest peyvajoya aştîyê berdewam bike.

    "Hikûmeta Tirk ji meha Adara vir ve dawî li dîyalogê anî û amadekarîya şerekî mezin dikir. Tiştên ku niha çêdibin gîş sîyaseta hikûmetê ne ku Erdogan bikare ser desthilatê bimîne."

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ - HPG: '25 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar in'
    Şie li ser Mesihiyan zordarîye dikin malê wan ji wan distînin
    Li 5 navçeyên Bedlîsê gelek dever wek ‘herêma ewlehiyê' hat îlankirin
    Li Mêrdînê şer
    Etîketan:
    zubeyîr aydar, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de