05:17 20 Tebax 2017
Zindî
    ABD. Washıngton. Beyaz Saray

    Amerîka: Li eniyê hêza DAIŞê sist bûye

    © Sputnik/ Vladimir Federenko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê di nava Hêzên Hevpeyman ên Navnetweyî yên li dijî DAIŞê de John Allen ragihand ku DAIŞ li eniyên şer ber bi paş ve diçe û hêza wê sist bûye.

    Amerîka — John Allen di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku Amerîka û welatên hevpeyman di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de destkeftiyên baş bi dest xistine û xebata hevdem a Hêzên Hevpeyman hêza DAIŞê şikandiye.

    John Allen herwiha got ku niha li eniyên şer paşveçûna DAIŞê berdewam dike.'

    Ala Amerîkayê
    © Sputnik/ Natalya Seleverstova

    Allen wiha axaftina xwe dirêj kir: ‘Her çiqas Hêzên Hevpeyman di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de erkên xwe yên leşkerî bi awayekî baş pêk anîbe û serkeftinên baş bi dest xistibin jî, serkeftinên leşkerî bi tenê çareseriya rewşa Iraqê û Sûriyayê nakin û bêyî çareseriyeke siyasî serkeftina dawî bi dest nakeve.'

    Li gorî vî nûnerê amerîkî Hêzên Hevpeyman pêşî li çalakgerên DAIŞê girtiye û nehiştiye ku tevî refên vê rêxistina terorîstî bibin. Herwiha Hevpeymanan çavkaniyên darayî yên DAIŞê jî birîne û bi vî awayî hêza wê ya aborî qels kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Li dijî Gultan Kişanakê doza terorê hate vekirin
    Jina Êzidî: Ez jajiya Kurdistanê bi goşt û birincê Ewropayê nadim
    KCK: 'Em ji agirbesta dualî ya bi hakem re amade ne'
    Orhan Pamûk: 'HDP aştiyê dixwaze, divê hukumet jî bixwaze'
    Biryara reşkirina Ozgur Gun TVê hat rawestandin
    Etîketan:
    John Allen, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de