21:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Koçber

    Dewleta Macar dest bi girtina penaberan kir

    © REUTERS/ Laszlo Balogh
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Piştî ku qanûneke nû derbarê koçberan de derxist, hukimeta Macaristanê di nava 24 saetên borî de zêdetirî 250 koçber girtin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Serokwezîrê Macaristanê, Dierd Paconda ragihand ku welatê wî tenê di rojekê de zêdetirî 250 koçberên neqanûnî girtine.

    Dierd Paconda di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku di nava girtiyan de 13 qaçaxçî hene ku 12ê wan ji Macaristanê ne û qaçaxçiyên din xelkê Sirbiyayê ne, ku dixwestin 91 koçberî derbas bikin.

    Li gorî qanûna nû ya hukimeta Macaristanê ya ku ji 15ê vê mehê dest pê dibe, rê nadin koçberan ku di nava welatê wan re derbas bibin.

    Macaristanê bi qasî 175 km sînorê xwe yê bi Sirbiyayê re têl kiriye û bi hezaran polês çavdêriya wê deverê dikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Bê Esed ti welat nikare DAIŞê têk bibe
    Pêşmerge derbasî Rojava dibe
    Di dinyayê de keça herî bi qewet ji Esma Esed pirsî: ‘ tu ji sekana li Sûriyê natirsî'
    Demirtaş: ‘Êdî siyaseta demokratîk wê li pêş be.'
    Etîketan:
    macarîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de