04:59 22 Mijdar 2017
Zindî
    Vladîmîr Pûtîn

    Vladîmîr Pûtîn: 'Di tekoşîna li dijî DAIŞê de pêwistî bi yekîtiyê heye'

    © Sputnik/ Alexei Druzhinin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Divê daxwazên jeopolîtîk li alîyekî bêne hiştin, dest ji sîyaseta bikaranîna komên cuda yên terorîst bê vekişandin, dabînkirina armancên konjûktûrî dest bê berdan.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo civîna Rêxistina Peymana Ewlekariya Hevbeş li paytexta Tacikîstanê Duşembeyê ragihand ku 'Rûsya dê alîkariya leşkerî-teknîkî ya ji bo Sûriyayê berdewam bike' û bang li tevahiya civaka navneteweyî kir ku şerê li dijî DAÎŞê de alîkariya Sûriyayê bikin û wiha got:

    'Em ji ber êrişên terorîstî yên li ser Sûriyayê piştgiriyê didine hikûmeta wî welatî û em ê alîkariya leşkerî-teknîkî berdewam bikin û em bang li welatên din jî dikin, ku bi me re bibine yek.'

    Serokê Rûsyayê bi awayekî ji xwe bawer got ku 'bêyî beşdariya desthilatdarî û artêşa Sûriyayê, ji wî welatî derxistina terorîstên DAÎŞê û parastina gelê Sûriyayê ne mimkun e' û teqez kir ku 'problema terorîzmê tenê bi Sûriyayê ve ne sînorkirî ye. Ew problem dikare belav bibe û gelek dûr jî biçe.' Di berdewamiya axaftina xwe de got: 

    'Terorîst bi awayekî eşkere dibêjin ku dê xwe bigihînin Meke, Medîne, Qudsê û herwiha plan dikin ku çalakîyên xwe derbazî Ewropa, Rûsya, Asya Navîn û Başûr-Rojhilatê Asyayê bikin. Çekdarên ji welatên cuda yên di nav refên DAIŞê de cih digirin ji perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî derbaz dibin. Mixabin, gelek ji wan ji Ewropa, Rûsya û ji welatên endamên berê yên Yekitîya Sovyetê ne. Elbet ew yek jî me dike nava endîşeyan.'

    DAÎŞ`ê êriş li Kobanîyê kir
    © AFP 2017/ STRINGER

    Li gorî nêrîna Pûtîn, di tekoşîna li dijî DAIŞê de yekkirina hewlan îro ji hemû tiştî girîngtir e. Bêyî wê yekê problemên din jî nikarin bêne çareserkirin. Li ser vê mijarê jî got:

    'Ji bo ewlekariya global û herêmî berpirsyarî pêwist e. Lewre divê hewldanên civaka navneteweyî ya li dijî wê tehdîdê bên yekkirin. Divê daxwazên jeopolîtîk li alîyekî bêne hiştin û dest ji cotstandardiyan bê berdan. Pêwist e dest ji siyaseta bikaranîna komên cuda yên terorîst bê vekişandin, dabînkirina armancên konjûktûrî dest bê berdan. Herwiha pêwist e dest ji siyaseta hilweşandina hukimet û rejîmên kêrnehatî bê berdan.'

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di axaftina xwe ya li civîna Rêxistina Peymana Ewlekariya Hevbeş de behsa problemên din ên siyaseta cîhanê kir û wiha ragihand: 'Pêwistî bi envantereke problemên cîhanî yên kombûyî heye. Bi taybetî jî, divê guftûgoyên derbarê li ewro-atlantîkê sazkirina sîstema ewlekariya yekpare û wekhev bên nûjenkirin, pabendbûna prensîbên bingehîn ên hiquqa navneteweyî bê dabînkirin. Herwiha divê li serweriya dewletan rêz bê girtin û karên wan ên navxweyî nebin mijara destêwerdanan. Lewre divê hinek norm bên xurtkirin ku destûrê nedin darbeyên li dijî qanûnên bingehîn û hêzên radîkal teşwîq nekin.'

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn, DAIŞ gefan li Mekke û Medînê dixwe
    Pûtîn: 'Esad ji bo çareseriyê amade ye'
    Pûtîn civîna Civata serokatiya Qirimê birêvedibe
    Jibo çareseriya krîza li Sûriyê, berdêl ji inîsyatîva Pûtîn re tune
    Waşigton bawer ne dikir ku Pûtîn wisa bilez Rûsya vejîne
    Pûtîn: Rûsya li rûberiya bi welatên din re nagere
    Pûtîn: Rûsya bazara serwerîyê nake
    Pûtîn: `Desteserkrina malhebûnîya Rûsyayê ne qanûnî ye`
    Pûtîn: DAIŞ’ê evqas çek ji ku derê peyda kir?
    Etîketan:
    Dûşanbe, Zîrve, Pûtîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de