13:58 24 Mijdar 2017
Zindî
    Makîna zirihpûş `Tayfûn-K` di dema pêşana teknolojiyê de di çarçova amadekirna jibo forûma navnetewî ya teknolojiya leşkerî `Artêşa-2015` de li herêma Moskow.

    Amerîka: Rûsyayê 7 tankên "T-90", 35 panzêr û 200 leşker şandin Sûriyeyê

    © Sputnik/ Evgeny Biyatov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 60 0 0

    Amerîkayê eşkere kir ku dewleta Rûsyayê hinek tankên pêşketî li devera Lazqiye ya Sûriyê bicîh kirine.

    Navenda Nûçeyan — Ev çend roj in liv û tevgerên Rûsya li Sûriyê bûye rojeva medyaya rojava û hêzên navdewletî yên mîna Amerîka.

    Rayedarên amerîkî dibêjin, Rûsyayê di nav çend rojên borî de 7 tankên pêşketî yên ji curê "T-90", 35 panzêr, 200 leşker û hinek keresteyên din ên leşkerî li başûrê bajarê Laqiye yê Sûriyê bicîh kirine.

    Li gorî amerîkiyan, Rûsya dixwaze li wir navendeke leşkerî ya mezin çêbike û amadekariya bicîhbûna 1500 personel û leşkerên xwe dike.

    Lê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov diyar kiriye, Rûsya ti navendeke leşkerî li Sûriyê çênake û ew kereste û pisporên leşkerî yên ku derbasî Sûriyê bûne jî, ji bo wê yekê hatine şandin ku di "şerê terorê" de alîkariya hikûmeta Sûriyêbikin.

    Li gorî agahiyên rayedarên amerîkî, di heyama hefteya borî de 15 kargoyên Sûriyê, bi rêya esmanên Iraq û Îranê re, pispor û kelûpelên leşkerî veguhestina devera Lazqiyê.

    Rojnameya New York Timesê jî gotiye, navenda leşkerî ya Lazqiyê dikare berjewendiyên Rûsya li Sûriyê biparêze û heta piştî Beşar Eese jî di avakirina hikûmeta nû de rolek mezin bilîze.

    Li gorî pisporên leşkerî û siyasî, eger navenda leşkerî ya Lazqiyê bi navenda leşkerî ya Tartûsê re bibye yek, wê çaxê destê  Rûsya di bûyerên Sûriyê de pir bihêz dibe.

    Bi heman mijarî:

    AKPê bi YNK û PDKê re hevdîtin kir
    TAYBET-18 jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatin xelaskirin
    Di teqîna Hesekê de 3jê YPGyî 7 kes mirin û 20 birîndar hene
    Li Kerkûkê 45 DAIŞ hatin girtin
    Li Mûşê êrişî wesayita leşkeran kirin; 12 birîndar in
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de