07:34 21 Mijdar 2017
Zindî
    Leo Messî

    Messi : 'Ez Kurdistanê û kurdan baş nas dikim'

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 28402

    Lîstikvanê fotbolê yê navdar Leo Messî ji rojnamevanekî kurd re axivî û got, ‘ez kurdan û Kurdistanê nas dikim, lê mixabin heta niha min welatê we nedîtiye.'

    Rojnemevanê kurd, Darewan Hacî Hamîd ku li Parîs dimîne. Roja 27ê Tebaxê di tîrupişka şampiyona Ewropayê de li monako beşdar bû. Li wir derfetek jê re derket ku gotûbêjeke bilez ligel stêrkê Argantîn û Barselona, Messî pêk bîne.

    Min ji Messî re got: "Ez Darewan Hacî Hamîd im, rojnamevanekî werzişî kurd im û ji Kurdistanê hatime, spasiya te dikim li ser vê hevpeyvînê."

    Wî bi devbikenî got: "Ez kurdan û Kurdistanê nas dikim. Ez zanim ku gelek şer li welatê we qewimîne, lê mixabin ku heta niha ez nehatime welatê we û min nedîtiye."

    Messî dîsa destê xwe da destê min wiha domand: "Dilxweş im ku ev cara yekê ye ku ligel rojnamevanekî ji Kurdistanê gotûbêjê dikim."

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - "Tirkiye bi modela Srî Lankayê dê winda bike."
    Etîketan:
    Darewan Hacî Hamîd, Leo Messî, Cihan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de