17:35 26 Îlon 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Amerîka: 200 efserên hêzên deryayî û 1500 leşkerên Rûs gihiştine Sûriyê

    © Sputnik/ Natalya Seleverstova
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Firokên leşkerî yên barhilgir ji Rûsyayê gihiştine Sûriyê, ligel 80 ton alîkariya mirovahî ku biryar e bigihêje bêtirî 1000 penaberan.

    Mosko — Ev yek di demekê de tê ku hêza sereke ya opozisyona Sûrî rexneyê li Mosko dike derbarê alîkariya wê ya leşkerî jibo hikûmeta Şamê.

    Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê General Igor Konashenkov do Şemiyê got, di nav wê alîkariya mirovahî de materyal jibo avakirina kampeke penaberan hene.

    Polêsen Îsraîl
    © Foto: AFP 2015/ JAAFAR ASHTIYEH
    Ji aliyekî din ve, Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî, grûpa sereke ya opozisyonê, ev alîkarî Rûsya şermezar kir û got ku ew karekî nebaş e û "maytêkirineke leşkerî" ya rasterast e ji aliyê Rûsya ve.

    Karbidestekî Amerîkî jî roja Îniyê ji Dengê Amerîka re got ku ji bilî wê alîkariyê, 200 efserên hêzên deryayî û 1500 leşkerên Rûs gihiştine Sûriyê.

    Karbidestî got, hinek çek û mûşekên kurt-avêj û trimbêlên leşkerî jî di nav alîkariya Rûsya de hene.

    Bi heman mijarî:

    Polîsên İsraîl eriş li Mescîd-î Aksayê kirin
    Demîrtaş ji bo aştiyê bang li Enqerê û Qendîlê kir
    Li Kerkûkê 12 DAIŞ hatine girtin
    HPG: Divê zemîn ji provokasyonan re neyê pêşkêşkirin
    Hevserokên HDP, DBP, HDK û KCDê çûn Başûrê Kurdistanê
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de