23:45 20 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Barak Obama û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Obama ji bo rejîma Sûrî, ji Rûsyayê re got...

    © Sputnik/ Vladimir Rodionov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1801

    Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, kiryarên Rûsya li Sûriyê dibe ku rê li ber Amerîka û endamên din yên koalisyonê bigirin da ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê peyda bikin.

    Navenda Nûçeyan — Obama do Îniyê got ku Amerîka dê danûstandinê ligel Rûsya bike, derbarê piştgiriya leşkerî ya ku pêşkêşî hikûmeta Esed li Sûriyê dike.

    Serokê Amerîkî got, "eger Rûs amade bin bi me re, em 60 welatên endam li koalisyonê, kar bikin, hingê pêkhane heye ku çareseriyek li Sûriyê were kirin, tê de Esad were hilanîn û koalisyoneke nû ya sekuler û hêzên nermrê were avakirin, bi mebesta vegerandina rewşa Sûriyê." Birêz Obama got, "ev armanca me ye, lê ewê danûstandineke dirêj derbarê wê hebe."

    Karbidestekê Pentagon roja Îniyê ji Dengê Amerîka re got ku Rûsya 200 leşkerên hêza xwe ya deryayî û 1500 leşkerên asayî şandiye Sûriyê.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Obama: Çend mehên din operasyona Mûsilê dest pê bike
    "Aqûbeta Katalan'an li serê Kurdan be"
    PKK û leşker heman goristanê de hatine veşartin
    Dîsa navbera DAIŞ û Pêşmerge de şer derket
    Amerîka: Iraq yekparçe namîn e, Sûriyê jî bibe 2 yan jî 3 beş
    Etîketan:
    Barak Obama, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de