23:46 20 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Amerîkayê Barak Obama

    Nûnerê Obama: Çend mehên din operasyona Mûsilê dest pê bike

    © AP Photo/ Andrew Harnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Nûnerê Serokê Amerîka Barack Obama di Hevpeymaniya Navdewletî yê li dijî DAIŞê de, General John Allen got, piştî çend mehên din bajarê Mûsilê were kontrolkirin.

    Navenda Nûçeyan — General John Allen di hevpeyvînek li gel televîzyona Al Arabiyê de ragihand, şerê hevpeymaniya navdewletî yê li dijî DAIŞê, dê demekê dirêj bidome.

    John Allen diyar kir, di şerê li dijî DAIŞê de ew gihîştine armanca xwe û bersiva pirsek derbarê rizgarkirina Mûsilê de wiha da:

    "Ez dikarim bibêjim piştî çend mehên din operasyona Mûsilê dê dest pê bike û bajêr dê were rizgarkirin. Zehmet e ez demê wê peşbînî bikim, lê Fermandariya Artêşa Iraqê dikare bersiva vê yekê bide."

    Allen da zanîn di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de rola eşîret dê girîng be.

    Nûnerê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de anî ziman, rêxitina DAIŞê hikûmetên lawaz dike armanca xwe û herwiha Hikûmeta Iraqê dest bi bihêzkirina desthilatiya xwe kiriye.

    Li gorî wî generalê amerîkî, cihên di bin kontrola DAIŞê de kêm bûne.a

    Bi heman mijarî:

    "Aqûbeta Katalan'an li serê Kurdan be"
    PKK û leşker heman goristanê de hatine veşartin
    Dîsa navbera DAIŞ û Pêşmerge de şer derket
    Amerîka: Iraq yekparçe namîn e, Sûriyê jî bibe 2 yan jî 3 beş
    FLAŞ - PKK: Cenazeyê leşkerekî Tirk di destê me de ye
    Etîketan:
    John Allen, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de