03:32 21 Mijdar 2017
Zindî
    ABD. Washıngton. Beyaz Saray

    Amerîka: Iraq yekparçe namîn e, Sûriyê jî bibe 2 yan jî 3 beş

    © Sputnik/ Vladimir Federenko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 85 0 0

    Berpirsê ajansa îstixbarata Wezareta Bergiriya Amerîka general Vincent Stewart got, zehmet e Iraq û Sûriye yekparçe bimînin.

    Navenda Nûçeyan — Berpirsê ajansa îstixbarata Wezareta Bergiriya Amerîka general Vincent Stewart li Washigtone di konferanseke pîşesaziyê de ragihand, dibe ku Iraq û Sûriye ji ber şerê tayifî û etnîkî parçe bibin.

    Vincent Stewart di konferansê de herwiha got, zehmet e careke din Iraq û Sûriyê weke welatên yekparçe bimînin.

    Ala Amerîkayê
    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Di derbarê Herêma Kurdistanê de jî Stewart got ku di baweriya wî de ew gotinên ku dibêjin dê kurd rojekê ji rojan vegerin cem hikûmeta navendî şaş in û tiştekî wiha çênabe.

    Li ser Sûriyê jî ew berpirs pêşbînî dike ku ew welat dê bibe 2 yan jî 3 beş.

    Ev jî di demekê de ye ku îdareya Koşka Spî hertim tekeziyê li ser yekpariya van herdû welatan dike.

    Bi heman mijarî:

    FLAŞ - PKK: Cenazeyê leşkerekî Tirk di destê me de ye
    Pêşmerge - Kerkûk - 10 gund rizgar bun
    Ez "Alan" im, niha li Cizîra Botanê, ez "Cemîle'' me!
    Rûsya êdî çawa dikare bi DAÎŞ`ê re têbikoşe
    Etîketan:
    Vincent Stewart, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de