04:54 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Amerîka: Berê Elqaîde niha jî DAIŞ!

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    14 sal bi ser bûyera teqandina avahiyên Navenda Bazirganî ya Cîhanê ya New Yorkê re derbas dibin lê ji ber derketina DAIŞê, tirs û xofa amerîkiyan zêdetir bûye. Mexdûr û zerermendên wê bûyerê ji Rûdawê re behsa wê rojê dikin.

    Navenda Nûçeyana — 14 sal berê û roja 11ê Îlona 2001ê, avahiyên Navenda Bazirganî ya Cîhanê, ku jê re digotin "avahiyên cêmik" jî, li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê rastî êrişeke sosret hatin û di encamê de gellek kes mirin û gellek kes jî birîndar bûn.

    Dayîka yek ji kesên ku di wê bûyerê de can daye, Dorsî Têmpêsta, li ser wê bûyerê ji Rûdawê re axivî û got, ez wê rojê li vir bûm. Ew, ofîsa kurê min bû di qata 105ê de. Min jî li wir kar dikir lê wê rojê ewê saet 7.5 biçûya kar, ezê jî saet 8.5 biçûma ser kar…

    Bavê wî kesê ku di bûyerê de can daye jî, Kilîf Têmpêsta got, wê rojê hevjîna min got, ez îro saet 8.5 naçim ser kar. Bi vî rengî ew ji mirinê rizgar bû…

    Dayîka wî qurbaniyê bûyerê dîsa dibêje: Belê ez wê rojê çûm bazarê. Dema balafir li avahiyê ket ez li dikanekê bûm…

    Welatiyên bi navê Marîsal Toras, ku pismamê wî, wê demê karmendê navenda vemirina agir bûye û dema mijûlî vemirina agir bûye, can daye, ji Rûdawê re behsa wê rojê kir: 14 sal bi ser bûyerê re derbas dibin lê ez heta niha jî xembar im. Li gorî min, divê em wê rojê ti carî jibîr nekin û dersê jê derxin û haya me jê hebe ku ew bûyer cardin çênebe.

    Bûyera 11ê Îlonê tevahiya dinyayê hejand û dengek mezin di nav tevahiya warên jiyanê de veda…

    Welatiyekî Fransayê li ser wê bûyerê ji Rûdawê re got, baş tê bîra min, ez li Fransayê bûm. Dema bûyer qewimî li Fransayê saet 15:00 bû û li Amerîkayê jî 9ê danê sibê. Ez pir xemgîn bûm. Min wisa hest kir ku hemû dinya sekiniye…
    Heta niha jî beşek ji amerîkiyan ditirsin û dibêjin, em hîn jî ditirsin ji ber ku berê El Qaîde hebû niha DAIŞ jî lê zêde bûye.

    Jina bi navê Êlîka Robêrts, ku mirovekî wê di bûyera 11ê Îlonê de jiyana xwe ji dest daye, ji Rûdawê re got, rewş niha ji berê xirabtir bûye. Kîn û dijminahî didome. Em bi hinekan re şer dikin ku tiştekî wan tine ji dest bidin. Mirov nikare bi yên wisa re şer bike…

    Yên ku tirsa bûyerên 11ê Îlonê jibîr nekirine, dibêjin, bila hikûmeta Obama hîn zêdetir şerê DAIŞê bike…

    Çalakvanê bi navê Tomas Kurs: Divê em îro bihêztir şerê DAIŞê bikin lê Serokê me guh nade vê yekê û şerekî berfireh nade kirin.

    Li gorî encamên rapirsiya şîrketa amerîkî ya Galop, piraniya amerîkiyan dibêjin, DAIŞ û komên îslamî yên radîkal, mezintirîn tehdîd in li ser Amerîkayê…

    Îsmaîl Beşîkçî
    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Di bûyerên 11ê Îlona sala 2001ê ya teqandina avahiyên cêmik de ku ji aliyê rêxistina El Qaîdê ve hat kirin,  2 hezar û 977 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 343 kes jê karmendên vemirandina agir û 72 kes jî polîs bûn. Di bûyerê de bi hezaran kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Muhittin Batmanli şerê li Cizîrê bi kefen li xwe kirî şermezar kir
    Nivîskarên Kurd diçin Cizîrê
    Walîtiya Şirnexê: ‘Li Cizîrê qedexeya derketina derve wê sibê bi dawî bibe'
    TAYBET - Rûmet û qedaseta mizgeftan binpê kirin
    KONGRA GEL: Ji bo gelê Cizîrê, em li her derê rabin ser piyan
    TAYBET - Aktay: Dewletê pêvajo wekî pirsgirêka terorê dît
    Etîketan:
    Marîsal Toras, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de