11:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Vladimir Putîn

    Pûtîn, Merkel, Poroşenko û Hollande li ser Ûkraynayê axivîn

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Li Ûkraynayê, ji 1'ê Îlonê û vir ve agirbest di meriyetê de ye. Serokdewletên Elmanya, Fransa, Rûsya û Ûkraynayê, bi rêya telefonê demeke dirêj li ser mijarê axivîn.

    Navenda nûçeyan — Di daxuyaniya ji aliyê Qesra Serokkomariya Fransayê Elysee ve hat dayîn de hat ragihandin ku Françoîs Hollande bi Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Ûkraynayê Petro Poroşenko re bi qasî saet û nîvekê axiviye.

    Di daxuyaniya Qesra Elsee de hat gotin ku bicihanîna agirbestê ji 1'ê Îlonê û vir ve ji aliyê lîderan ve erênî hatiye dîtin û hat diyarkirin ku di 12'ê Îlonê de wê wezîrên karên deve li Berlînê bicivin. Hat ragihandin ku civîneke din a bilind a li ser mijara Ûkraynayê wê di meha pêş de li Parîsê were lidarxistin.

    Di axaftina her çar lîederan de hat xwestin ku raperînerên Rûs çekên giran ên li herêmên Donetsk û Lûhanskê tavilê vekişînin û li ser vekişandina çekên ji 100 mîlîmetre kalîbreyî, lihevkirineke 'lezgîn' were peydakirin.

    Li gorî daxuyaniya Qesra Elysee, pêwîste ji bo nûkirina hilbijartinên li herêmên Donstk û Lûhansk demek bê diyarkirin û hewldanên ji bo pêşvebirina xweseriyê, bên kontrolkirin.

    Hat ragihandin ku Merkel û Hollande jî di pevguhertina dîlgirtiyan û destûra ji bo çûyîna xebatkarên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (CICR) were dayîn, bi israr in.

    anf

    Bi heman mijarî:

    Nijadperestan avahiya HDP'ê şewitandin: 30 HDPî asê man
    Derheqê Demîrtaş de lêpirsîn hat destpêkirin
    Etîketan:
    Vladimir Putin, Ukrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de