03:55 21 Mijdar 2017
Zindî
    Koçber

    Ew rojnamevana ku li penaberan dixist ji kar hat avêtin

    © REUTERS/ Laszlo Balogh
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Piştî ku penaberkî keça xwe hilgirtiye ji destê polîsan filitî û beziya, kamerevaneke jin lingê xwe yê çepê danî pêş riya wî û li pêş çavên polîsan avête xwarê.

    Navenda Nûçeyan — Di vîdyoyekê de ku li ser malperên civakî hate belavkirin, gava bi dehan penaber ji polîsên Hingariyayê direvin, kamerevaneke Hingarî bi panan li hinek penaberan dide û zilamekî ku zarok bi dest de ye dixe xwarê.

    Piştî ku penaberkî keça xwe hilgirtiye ji destê polîsan filitî û beziya, kamerevaneke jin lingê xwe yê çepê danî pêş riya wî û li pêş çavên polîsan avête xwarê.

    Rêvebirê televîzyona N1TV, ku ew kamerevan lê dixebite, got ku wan ew kamerevan ji ber kiryara wê ji kar dûrxstiye. Sernivîserê kanalê jî di daxuyaniyekê ku li ser malpera wê hate weşandin de, ragihand ku di heman rojê de yekser peymana kar bi wê kamerevanê re bi dawî bû û doz ji laiyê wan ve hate girtin.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Sariyildiz; Cizîr bê av, bijîşk û elektrîk maye
    Gel bi peyatî ber bi Cizîrê ve dimeşe
    Demîrtaş: Fermandarên vî şerî Erdoğan û Davutoğlu ne
    Balûken: AKP me hedef nişan dide
    Etîketan:
    macarîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de