13:01 21 Tebax 2017
Zindî
    Yekîtiya Evrupa

    Yekîtiya Ewropa: 'Em dixwazin ku 'pêvajoya çareseriyê' bidome

    © Foto: Rûdaw
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ji ber rewşa ewlehiyêya Tirkiyeyê ew di metirsiyê de ne û ditirsin ku ber bi xirabiyê ve here.

    Navenda nûçeyan — Berdevka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Maja Kocijancici di civîna komîsyonê ya asayî de pirseke derbarê pevçûnên li Tirkiyayê bersivand.

    Maja Kocijancicî sersaxî da malbatên kesên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û wiha got:

    "Em wekî Yekîtiya Ewropayê ji ber rewşa ewlehiyêya Tirkiyeyê di metirsiyê de ne û ditirsin ku ber bi xirabiyê ve here.'

    Kocijancicî wiha domand: 'Em êrişên PKKê yên terorî bi tundî şermezar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku bila bêşert şerî rawestinin û bila vegerin gotûbêjan."

    Herwiha Kocijancici ji hemû aliyên siyasî yên Tirkiyayê xwest ku ji bo 'pêvajoya çareseriyê' bidome zêdetir hewl bidin û wiha got:

    'Em amade ne ku piştgiriya pêvajoya aştiyê ya kurdan û çareserkirina pirsgirêkên wan bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Kurdê ku ‘kincên pêşmergeyan li xwe kirine' hate lînçkirin
    Taybetiyên sîstema moşekên Topol-M
    Amerîkayê çekên nû dan Pêşmerge
    Rûsya, li cihanê hêza duyem e
    PJAKê 2 pasdarên Îranê kuştin 2 jî birîndar kirin
    Li Konya, Mêrsîn û Eskîşehîrê êriş li ser kurdan pêk hatin
    Li Cizîrê şer: 3 tîmên taybet hatin kuştin
    Etîketan:
    Maja Kocijancicî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de