16:42 23 Tebax 2017
Zindî
    Papa

    Papa alîkariyê dide serokatiyê Mesûd Barzanî

    © Foto:
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Nûnerê Taybet ê Papayê Vatîkanê yê Rojhilata Navîn Kardînal Luis Sako bi nameyekê diyar kir ku bila Mesûd Barzanî du salê din jî wekî Serokê Herêma Kurdistanê bimîne.

    Navenda Nûçeyan — Nûnerê Papa Francisê Vatîkanê nemayek ji bo her sê serokatiyên herêmê, serokwezîr û serokê parlamena Kurdistanê şand û tê de daxwaz kir ku Mesûd Barzanî du salên din jî kar û barê Serokatiya Herêmê bi rê ve bibe.

    Nûnerê Taybet ê Papayê Vatîkanê yê Rojhilata Navîn Kardînal Luis Sako bi nameyekê diyar kir ku rewşa herêmê wisa pêwîst û ferz dike ku pergala ewlehî û civakî ya Herêma Kurdistanê aram be û daxwaz kir ku Mesûd Barzanî du salên din jî wekî Serokê Herêma Kurdistanê bimîne.

    Derbarê mijarê de Berpirsê Pêwendiyan ê Wezareta Karûbarên Olî û Ewqafê Herêma Kurdistanê Merîwan Neqşebendî ji BasNewsê re gotiye ku Nûnerê Vatîkanê yê Rojhilata Navîn Luis Sako beşdarî 'Kongreya Ayîn û Pêkvejiyan'ê ya li Albaniyayê bûye û nameyek ji bo hersê serokatiyên herêmê, serokwezîr û serokê parlamenê şandiye.

    Neqşebendî ragihandiye ku Sako di nameya xwe de dibêje ku rewşa herêmê wisa pêwist û ferz dike ku pergala ewlehî û civakî ya Herêma Kurdistanê aram be. Li gorî Neqşebendî Sako di nameya xwe de wiha gotiye: 'Heta ku ev pêvajoya du salan derbas bibe, bila Mesûd Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê li ser erkê xwe bimîne. Ji ber ku penaberên mesîhî û êzîdî yên ku li herêmê dijîn hêviya cihekî aram û bihuzûr dikin. Hêvî dikim ku xelkê Iraq û Suriyayê jî wekî yê Herêma Kurdistanê di aştî û aramiyê de bijîn'

     

    Bi heman mijarî:

    Li Îdirê êriş li dijî wesayîta polêsan: 14 kuştî
    Fîgen Yuksekdag: Polês û grûpên faşîst êrişî me dikin
    LEZGÎN - PKKê dîlen Tirkîyayî azad kirin
    PYD rexneyan qebul nake, 10 kes avetin zindanê
    Etîketan:
    Kardînal Luis Sako, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de