10:32 19 Tebax 2017
Zindî
    Fîgen Yuksekdag

    Fîgen Yuksekdag: Polês û grûpên faşîst êrişî me dikin

    © Foto: Cesim İlhan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2410

    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ragihand ku ji aliyê faşistên tirk ve tenê di şevekê de 128 êriş çûne ser navendên partiya wan.

    Enqere — Fîgen Yuksekdag ragihand ku grûpên faşîst bi alîkariya hêzên ewlehiyê û polêsan tenê di şevekê de 128 êriş li dijî avahî û navendên HDPê pêk anîne.

    Yuksekdagê da zanîn ku êriş ne tenê çûnê ser navendên wan; lêbelê ji ber kurdbûna wan, çendîn welatî jî rastî êrişan hatine.

    Hevseroka HDPê wiha got: 'Duh ji ber ku karmendek bi telefonê bi kurdî diaxivî, hatiye kuştin. Herwiha çendîn otobus û otomobîl jî rastî êrişan hatine, ew jî piştî ku ji xwediyê wan pirsîne, hûn kurd in?.'

    Fîgen Yuksekdagê wiha domand: 'Serokomar û Gladyo berpirsê van bûyeran in. Ew di hilbijartinên 7ê Hezîranê de hatin şkestin, dixwazin di hilbijartina bê de xwe bikin desthilatdar, ew berpirs in ku Tirkiyayê ber bi şerê navxweyî dikişînin. Dixwazin kurd û tirk şerê hev bikin.'

    Yuksekdag ragihand ku ev 4 roj in ku Cizîra Botan rastî operasyonekê bi çekên giran tê, tê de kesên sivîl û û malên welatiyan dibin armanc; heta niha jî termê keçeke 10 salî li kolanê ye, tu kes nikare hilgire.

    Bi heman mijarî:

    LEZGÎN - PKKê dîlen Tirkîyayî azad kirin
    PYD rexneyan qebul nake, 10 kes avetin zindanê
    Li Îdirê êrişî wesayîta polêsan: 11 kuştî
    Li hemberî endamên PKKê êrişa hewayî dest pê kir
    Etîketan:
    Fîgen Yuksekdag, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de