09:04 17 Tebax 2017
Zindî
    Penaber

    Tirkiyayê jin û zarokên penaber dersînor kirin

    © Foto: Cesim İlhan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1901

    Hikûmeta Tirkiyayê 187 welatiyên Iraqê yên ku bi qaçaxî hatibûne nava xaka vî welatî dersînor kirin.

    Hatay — Hikûmeta Tirkiyayê 187 welatiyên Iraqê yên ku bi qaçaxî hatibûne nava xaka vî welatî dersînor kirin.

    Li gorî Nûçeya Ajansan a Anadoluyê hêzên ewlekariya Tirkiyayê, li navçeya Yayladag a bajarê Hatayê li ser sînorê Tirkiya û Suriyayê 187 welatiyên Iraqê hatine girtin.

    Hate gotin ku ev kes ji Suriyayê bi riyên qaçax hatine nav axa Tirkiyê. Hikûmeta Tirkiyayê jî ev kes bi riya firokeyê şandine Baxdayê.

    Hate gotin ku ev kesên ku bi qaçaxî hatibûne Tirkiyayê bi hemahengiya Bexda û Enqereyê, bi paş ve hatine vegerandin.

    Di nava kesên hatine dersînorkirin de jin û zarok jî hene.

    Bi heman mijarî:

    Civîna partiyên Kurdistanê hat bipaşxistin
    Dewleta Îranê şîretan dide YNKê
    Nûnerê YPGê Xelîl: Civata Neteweyî ya Sûriyayê şaxa DAIŞê ya siyasî ye
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de