02:02 18 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: 'Rûsya û Îran piştgirîye didin Beşar Esad'

    © AP Photo/ Murat Cetinmuhurdar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1501

    Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan anî ziman ku berpirsê tevahiya krîz û aloziyên ku li Sûriyayê derketine, rêjîma Beşar Esed e û got: 'Mixabin Rûsya û Îran jî pişta wê rêjîmê digirin.'

    Stenbol — Erdogan ragihand ku yekemîn gef û tehdîda li ser Tirkiyayê, PKK ye ne DAIŞ. Erdogan li ser krîza koçberan jî got: 'Welatên rojavayî Deryaya Spî ji koçberan re kirine goristan.'

    Erdogan li ser krîza koçber û penaberan axivî û behsa xeniqîna zarokê kurd Alan Kurdî li nav Deryaya Ege de kir û got: 'Li gorî min tevahiya welatên rojavayî li hemberî vê yekê berpirs in û ez wan sûcdar dibînim, ji ber ku wan Deryaya Spî ji koçberan re kirine goristan. Deriyê xwe girtine û nahêlin tu kes derbasî welatên wan bibe.'

    Îran - Alaya Îranê
    © AFP 2017/ ATTA KENARE

    Erdogan anî ziman ku berpirsê tevahiya krîz û aloziyên ku li Sûriyayê derketine, rêjîma Beşar Esed e û got: 'Mixabin Rûsya û Îran jî pişta wê rêjîmê digirin.'

    Serokomarê Tirkiyayê li ser wan şîrove û fikarên ku dibêjin, qesta Tirkiyayê ji avakirina "herêma aram" li nav axa Sûriyayê ew e ku pêşiya avabûna statûyeke kurdî li wî welatî bigire jî got: 'Ew şîrove û îdia hemû derew in. Di rastiyê de tiştê ku li wir diqewime ew e ku PYD dixwaze bakurê Sûriyayê dagir bike û xwe bigihîne Deryaya Spî. Tirkiye jî vê yekê dibîne.'

    Salih Mislim
    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Erdogan li ser şerê PKK û DAIŞê jî axivî û got: 'Ji bo Tirkiyayê yekemîn tehdîd PKK ye û DAIŞ duyemîn tehdîd e; lê em ê ne tenê li dijî her du rêxistinên han, li dijî PYD û DHKP-C jî şerê xwe bidomînin.'

    Serokomarê Tirkiyayê gazinên xwe ji welatên rojavayî dike ku di "şerê terorê" de Tirkiye tenê hiştine û pişta wê nagirin.

    Bi heman mijarî:

    Civîna partiyên Kurdistanê hat bipaşxistin
    TAYBET- Endamê Azadiyê Atila Pay: ‘Cizîr nalenal dike'
    Muslim giliyê Barzanî dike
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, TIrkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de