21:31 24 Mijdar 2017
Zindî
    Frederike Geerdink

    Rojnamevan Frederike Geerdink cara diduyan hate girtin

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Hêzên ewlekariya Tirkiyê rojnamevanê Holandî Frederike cara duwem destgîr kir.Geerdink di meha Çile de carek din jiber propagandaya PKK'ê hatibû girtin.

    Ajansa fermî ya Holandayê ANPê diyar kir ku rojnamevan Frederike Geerdink li Geverê hatiye binçavkirin. Geerdink bixwe jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî ku ew îro yekşemê li Geverê girtî ye û dê sibehê derkeve pêş dozger.

    Geerdink diyar kir ku bi sedema beşdarî çalakiya "mertalên zindî" bûye hatiye girtin û kesên beşdarî vê çalakiyê bûne hemû jî girtî ne.

    Geerdink, di çileya îsal de heyama serdana Wezîrê Karên Derve yê Holandayê Bert Koenders a ji bo Tirkiyayê jî ji ber propagandaya PKKê kiriye, hatibû girtin û di 15ê Nîsanê de hatibû berdan.

    Geerdink ji sala 2012an ve li Amedê dijî û li ser pirsgirêkên kurdan de nivîsan dinivîse û lêkolînan dike.

    Bi heman mijarî:

    YNK: 'Yan tifaq, yan jî hilbijartina pêşwext'
    Deriye gumrikê yê li navbera başûr û bakurê Kurdistanê hat girtin
    Şervanê HPGê yê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Polêsan ciwanê 19 salî kuşt
    Etîketan:
    Frederike Geerdink, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de