09:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Ala Brazîl

    Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2601

    Serokwezîra Brezîlyayê Dilma Rousseff, welatên ewropî rexne dike û dibêje: 'Siyaseta welatên ewropî ya li hemberî koçberan bûye sedema mirina Alan Kurdî.'

    Serokwezîra Brezîlyayê Dilma Rousseff di daxuyaniyekê de welatên ewropî rexne kir û wiha got. 'Welatên Ewropayê ji ber ku rê li ber derbasbûna Alan Kurdî û koçberan girt û bixêrhatina wan nekir wî jiyana xwe ji dest da.'

    Dilma Rousseff derbarê wergirtina koçberan ji aliyê Brezîlyayê ve wiha got: 'Brezîlya amade ye ku ji hemû welatên cîhanê her kesî qebûl bike. Hevrengiya neteweyan nasnameya Brezîlyayê ye.'

    Brezîlyayê di sala 2013an de biryar dabû ku mafê welatîbûnê bide koçberên rojavayê Kurdistanê û Sûriyayê.

    Herwiha gelek siyasetvanên welatên mezin ên cîhanê jî derbarê mirina Alanê ji Kobaniyê de daxuyanî dan û xemgîniya xwe anîn ziman.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: 'Dive gelê Kurdistanê biryara hilbijartina serokatiyê bide'
    Li gorî encama anketên dawîn AKP û HDP 8 bi 8 diçin
    Rejîma Îranê kincê kurdî qedexe kirin
    Li Cizîra Botan şer giran dibe: 4 kuştî bi dehan birîndar
    PYD: ENKS welatiyên rojavayê Kurdistanê ditirsîne
    Etîketan:
    Dilma Rousseff, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de