21:44 22 Mijdar 2017
Zindî
    Koçber

    Cîhana Ereban li hemberî karesata koçberan bêdeng e

    © REUTERS/ Laszlo Balogh
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Cîhan di van rojên dawîn de li hemberî koçberên qaçax ên ku berê xwe didin Ewropayê dilsar e.

    Ewropa ji ber çaresernekirina vê krizê rastî rexneyan tê. Lê ji bo penaberên Sûriyayî ev dewletên dewlemend wekî Îmarata Erebî, Kûwêt, Qatar, Umman û Behrên tên jibîrkirin.

    Li gorî raportên Rêxistina Koçberiyê Navneteweyî (IOM)ê koçberên ku xwestine bi riyên qaçax derbasî Ewropayê bibin kseên ji destpêka sala 2015an hetanî îro  jiyana xwe ji dest dane hejmara wan gihîştiye 2 hezar sêsed û şêşt û pêncan.

    Hejmara koçberên ku bi serkeftî gihiştine Ewropayê 255 hezar sed û pêncî û didu ye. Di nav vê hejmarê de ji nîvî bêhtir koçberên Sûriyayî hene.

    'Lê rexne li erebên dewlemend nayê kirin'

    Li gorî gotara Ishaan Tharoorê ku di rojnameya Washington Postê de dinivîse, ‘çima ev rexne li dewletên ereb ên dewlemend nayê kirin, li gorî zanyariyên Koma Krizê ya Navneteweyî dewletên ereb ên dewlemend heta niha ji bo koçberên Sûriyayî tu stargeh ava nekirine.'

    Serokê Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan Kenneth Roth jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: ‘Erebistana Siûdî û dewletên ereb ên Kendavê hûn dibêjin heta niha ji bo koçberên Sûriyayî çi kirine? Sifir û ne tiştekî din.'

    Bi heman mijarî:

    NY: Li Rojhilata Navîn 13 milyon zarok ji perwerdehiyê mehrûm in
    NY: 7 mîlyon û 600 hezar Sûrî koçber bûne
    NY: têkbirna maf; mirov li {krayn; berdewam e
    Etîketan:
    Kenneth Roth, Ishaan Tharoorê, Evrupa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de