12:32 25 Îlon 2017
Zindî
    Putîn

    Putîn serkeftina Çîne ya dîrokî pîroz dike

    © Foto: Anton Denisov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Ji bo ku di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li hemberî Japonyayê serkeftin bi dest xistibû, dewleta Çînê di heftêyemîn salvegera wê rojê de rê û resmeke herî mezin a dîroka xwe li dar xist.

    Di vê rê û resma pîrozbahiyê ya ku caran pêşîn tiştên balkêş tê de derketin pêş de Serokê Rûsyayê Putin jî amade bibû. Serokê Çînê Şî got: ‘Em hewl nadin ku li ser rûyê cîhanê hegemonyayekê ferz bikin' û ragihand ku ew ê hejmara leşkerên xwe jî daxînin.

    Ev çend meh bûn ku amadekariyên dêlindêzeke leşkerî dihate kirin û ji 50î zêdetir nûnerên dewletan dê bihatana pêşwazîkirin. Lewre li Meydana Tiananmenê ya Pekîna paytextê Çînê bi boneya ku di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de li hemberî Japonyayê serkeftin bi dest ketibû rê û resmeke mezin hate pêşandan.

    Rê û resmê bi performansa koroya leşkerî ya ji 2 hezar û 400 kesî pêkhatî û avêtina 70 liv topî ve dest pê kir.

    Serokê Çînê Şî Cînpîng, beriya ku rê û resma pîrozbahiyê dest pê bike hemû serok û nûnerên ku hatin qada pîrozbahiyê pêşwazî kirin. Di nav 30 serokên dewlet û hukimetan ên amadebûyî de Serokê Rûsyayê Valadimir Putin, Serokê Venezuellayê Nicolas Maduro, Serokê Koreya Başûr Park Geun-hye, Serokomarê Misrê Abdulfettah El Sîsî, Serokê Sûdanê Omer Beşîr hebûn. Ji bilî van kesan, Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki-Mun, 49 nûnerên payebilindên welatan û 10 berpirsyarên rêxistinên navneteweyî beşdar bibûn. Ji aliyekî din ve, serokdewletên ku endamên Rêxistina Şangayê ya Hevkariyê jî bê kêmasî tev li merasîmê bibûn.

    Di merasîma pîrozbahiyê de serokên ewropayî û Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe beşdar nebûn. Herwiha navê Serokê Koreya Bakur Kîm Jong jî neketibû lîsteya vexwendiyan.

    Serok Putinê ku amadekariya surprîzekê dikir û ji bo girêdana 30î zêdetir peymanî hatibû Çînê ev merasîma dîrokî bi awayekî zindî temaşe kir.

    Serok Şîyî di destpêka rê û resmê de axaftinek kir û ragihand ku ew ê riya pêşveçûna aştiyane bigirin. Herwiha got ku ew ê hejmara leşkerên artêşa xwe ji 850 hezarî daxînin 300 hezarî. Şîyî wiha dirêjî da axaftina xwe: ‘Em hewl nadin ku li ser rûyê cîhanê hegemonyayekê ferz bikin. Serkeftina me ya li hemberî Japonyayê ‘serkeftineke mutleq' bû. Me di vî şerî de li hemberî zilmê edalet û li hemberî şevereşê jî ronahî parast.'

    Duh 30 kesên biyanî yên ji sivîl û leşkeran pêkhatî ku di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de ji bo Çînê şer kiribûn ji destê Serok Şîyî xelat wergirtin. Herwiha hinek mehkûmên ku beşdarî Şerê Duyemîn ê Cîhanê bibûn jî bi şertê ku tevî sûcên giran nebûbin hatin efûkirin.

    Bi heman mijarî:

    EMEPê ji bo Levent Tüzel bersiv da Demirtaş
    Zêr li herema kurdnişîn biha bûye
    Rojnamevanên Vice Newsê yên ku li Amedê hatibûn girtin serbest berdan
    Zarokê kurd di rojeva cihanê de ye!
    Etîketan:
    Vladimir Putin, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de