21:51 25 Îlon 2017
Zindî
    Ala Yekîtiya Ewropayê

    Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser kirîza koçberan dicive

    © REUTERS/ Paul Hackett
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Wezîrên derve yên welatên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) dê li ser krîza koçberan bicivin.

    Wezîrên derve yên welatên YEyê li Luxemburgê li ser krîza koçberan, aloziyên Rojhilata Navîn û dosyeya atomî ya Îranê dê bicivin.

    Civîn ku dê 2 rojan bidome û mijara hera germ û girîng kirîza koçberan e.

    Her wiha li Praga paytexta Çekê, Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban, Serokwezîrê Polonyayê Eva Kopaç, Serokwezîrê Slovakyayê Risîdîda Valdî û Serokwezîrê Çekê Başlov Sabotka dê li ser krîza koçberan li hev bicivin.

    Wezîrên derve yên YEyê meha nîsanê ya îsalîn nexşerêyek ji bo krîza koçberan danîbûn; lê ji ber zêdebûna koçberan, ew nexşere xitimiye û welatên ewropî pê ve ne girêdayî ne.

    Li gorî amarên navneteweyî, ji destpêka îsal heta niha 350 hezar koçber bi riyên qaçax, ji Rojhilata Navîn çûne Ewropayê.

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Ewropayê derbarê koçberên neyasayî de dicive
    Etîketan:
    Îran, Slovak, Çek, Eva Kopaç, Vîktor Orban, Evrûpa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de