21:08 26 Îlon 2017
Zindî
    Encama çekên Kîmyewî

    Bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge di rojeva NYê de ye

    © Foto: Rûdaw
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Birîna çekên kîmyayî li ser bedena pêşmergeyan

    Serokê Encumena Asayişa Navneteweyî Vîtaly Churkin ragihand ku encumen niha gengeşeya wê yekê dike û tîmekê ji bo lêkolîna li ser bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge û hêzên iraqî, bişîne Iraqê.

    Heta niha çekdarên DAIŞê çend caran di şer de çekên kîmyayî li dijî hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê bi kar anîne.

    Vîtaly Churkin ê ku di heman demê de nûnerê Rûsyayê yê di Encumena Asayişa Navneteweyî de ye jî, di bersiva pirsa ku 'gelo Encumena Asayişa Navneteweyî dê li ser wê yekê lêkolîn bike yan na' got: 'Li Sûriyê lêkolînên me li ser bikaranîna çekên kîmyayî didomin; lê em niha li ser vê yekê gengeşe dikin ku çawa tîmeke lêkolînê bişînin Iraqê.'

    Serokê Encumena Asayişa Navneteweyî da zanîn ku wan rayedarên Iraqê jî bi vê babetê agahdar kirine; lê rayedarên Bexdayê hîn bersiva wan nedane.

    Çekdarên DAIŞê roja 7ê vê mehê li devera Salihiyeya Hesekê li rojavayê Kurdistanê, çekên kîmyayî li dijî şervanên kurd bi kar anîbûn. Helbet ev ne cara yekemîn e ku DAIŞ li dijî hêzên kurd çekên kîmyayî bi kar tîne. Ji ber ku destpêka meha Tebaxa îsal li devera Sultan Ebdullah a li başûrê Kurdistanê jî çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge bi kar anîbûn.

    Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê roja 31ê Tebaxa îsal ragihandibû ku DAIŞê li nêzîkî bendava Mûsilê topek avêtiye Pêşmerge ku gumana wê heye kîmyayî be.

    Çekdarên DAIŞê roja 14ê Tebaxa îsal li eniya Mexmûrê jî çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge bi kar anîbûn. Almanya û Amerîkayê jî ev agehî piştrast kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Fitch ratinga Ûkraynê heta asta defoltê nizm kir
    Serkirdeyên Rûsyayê li salona sporê ne
    Etîketan:
    DAIŞ, Vîtaly Churkin, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de