13:52 24 Mijdar 2017
Zindî
    Li peravên Lîbyayê penaber di keştiyê de

    Almanya mafê penaberiyê nade kurdên Herêma Kurdistanê

    © REUTERS/ MOAS/Jason Florio
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Almanyayê ragihand ku tenê kurdên êzîdî û mesîhiyên başûrê Kurdistanê dikarin mafê penaberiyê wergirin û yên din jî dê vegerînin welatê wan.

    Tê zanîn ku îsal bi hezaran welatiyên başûrê Kurdistanê ji ber sedem û hincetên cur bi cur ji welêt çûne û berê xwe dane welatên ewropî bi taybetî jî Yunanistan, Îtalya û Almanyayê. Li gorî ku ew dibêjin, qesta wan dîtina "jiyaneke xweş" e.

    Lê Wezareta Koç û Koçberên Almanyayê ragihand ku ew tenê mafê penaberiyê didin kurdên êzîdî û kêmîneyên din ên ku di metirsiyê de ne, yên din jî dê vegerînin welatê wan.

    Xortekî başûrî yê bi navê Werzîn Nûrî Ebdulqadir, ku nêzîkî 4 mehan e çûye Almanyayê, dibêje: 'Ev demek dirêj e li vir im; lê heta niha mafê penaberiyê nedane min. Ez ditirsim ku mafê penaberiyê nedin min.'

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê `3 milyon` penaber û derbider hene
    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber
    75 hezar penaber vegeriyan Kobanê
    Etîketan:
    Yunanistan, Îtalya, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de