03:17 23 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Dîrektorê CIAyê yê berê: Divê em El Qaîdeyê li hemberî DAIŞê bi kar bînin

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Dîrektorê CIAyê yê berê Petraeus, li Sûriya û Iraqê ji bo gefxwarina DAIŞê pêşniyar kir ku li hemberî DAIŞê piştgiriya El Qaîdeyê bê kirin.

    Serokê El Nûsrayê gef li DAIŞê xwarin: 'An tobe bikin an jî ji şer re amade bin.'

    Li hemberî DAIŞê ji bo ku operasyonên esmanî encam bidin, Dîrektorê CIAyê yê berê David Petraeus dixwaze li hemberî DAIŞê hêzeke bejayî çêbike û bi vê pêşniyarê çû hevdîtina bi rêveberiya Washingtonê re. Li gorî îdîaya rojnameya Daily Beastê Petraeus, ji rêvebiriya Washingtonê re pêşniyar kiriye ku El Nûsraya milê El Qaîdeyê li hemberî DAIŞê bi kar bînin.

    Petraeus ji tecrubeyên kevn sûdê werdigire

    Petraeus fermandarê artêşa DYAyê yê berê ku li Iraq û Afganîstanê bû, vê tecrubeyê ji salên 2007an ku li Iraqê bû derdixe. Petraeus, di wê demê de milîsên şîe ku di nav El Qaîdeyê de bûn îqna kiribûn û li hemberî El Qaîdeyê anîbûn nav sefên DYAyê. Wê carê plan bi ser ketibû, lê El Qaîdeya Iraqê tev li DAIŞê bibû.

    Rêvebiran ev plana siyasî nepejirandin

    DYAê piştî bûyerên 11ê Îlonê li hemberî El Qaîdeyê şer îlan kiribû, piştî 14 salan bihevrebûna wan, li gorî rojnameya The Daily Beastê komik hat dîtin. Rêvebiran ev pêşniyara Petraeus, ji hela sîyasî ve wekî jehr, ji hêla staretejîk ve bi rîsk û di pratikê de jî nemumkin dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka hişyarî da Kurdistanê
    Pêşmergeyan devera bajarê Xormatû ji çeteyên DAIŞê paqij kir
    Amerîka Esed wek hevbeşê di tekoşîna bi DAÎŞ-ê re nabîne
    Etîketan:
    El Nûsra, El Qaîde, DAIŞ, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de