19:41 23 Mijdar 2017
Zindî
    Mele Mistefayê Barzanî

    Ji Mele Mistefayê Barzanî bo Cemal Ebdunnasir: Seyid Qutib îdam nekin!

    © Foto: Facebook
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    Dr. Muhsin Ebdulhemîdê ku berê sekreterê giştî yê Partiya Îslamî ya Iraqê bû derheqa pêşengê kurd Mele Mistefayê Barzanî û zanayê cîhana îslamê Seyid Qutib de hinek agehî dan çapemeniyê.

    Li gorî van agehiyên ku heta niha nedihatin zanîn, Mele Mistefayê Barzanî ji serokkomarê Misrê yê berê Cemal Ebdunnasir re nameyek şandiye da ku rewşenbîr û zanayê cîhana îslamê Seyid Qutib neyê darvekirin

    Li gorî gotina Dr. Ebdulhemîd sala 1966an desteyeke Rêxistina Birayên Misliman bi Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mele Mistefayê Barzanî re li ser sînorê Îranê hevdîtinekê pêk tîne. Di vê hevdîtinê de rêvebirên rêxistinê yên li Iraqê Nizamedîn Ebdulhemîd û Şêx Nazim Asim ji Mele Mistefayê Barzanî dixwazin ku bo serokkomarê Misrê yê wê heyamê Cemal Ebdunnasir nameyekê bişîne da ku Seyid Qutib neyê daliqandin.
    Dr. Ebdulhemîd dibêje ku Mele Mistefayê Barzanî kaxezeke vala dirêjî desteya Rêxistina Birayên Misliman kiriye û gotiye: "Hûn li ser vê kaxezê çi binivîsin jî ez ê li binê wê îmze bikim." Ev nameya nivîsandî ji Hewlêra ku niha bûye paytextê Herêma Kurdistanê hatiye şandin da ku bigihêje meqamên fermî yên Misrê.

    Seyid Qutib kî ye?

    Rewşenbîr û zanayê cîhana îslamê Seyid Qutb sala 1906an li Asyûta Misirê hatiye cîhanê û di Zanîngeha Qahireyê de Beşa Ziman û Wêjeya Erebî qedandiye. Li ser beşa xwe heta meqama profesoriyê derketiye û di gelek mijarên wêjeya erebî de pisporekî naskirî ye.

    Rewşenbîr û zanayê cîhana îslamê Seyid Qutb
    Rewşenbîr û zanayê cîhana îslamê Seyid Qutb

    Sala 1939an meyla xwe dide ser tevgerên îslamî û di heman demê de li ser veguherîna neyînî ya civaka misliman rexneyan dinivîse.
    Sala 1949an diçe Amerîkayê û piştî du salan vedigere Misirê. Ji ber kuştina serokê rêxistinê Hesen El-Benna gelekî xemgîn dibe û piştê bûyerê tevî refên Rêxistina Birayên Misliman dibe.
    Ji ber rexneyên xwe yên radîkal çend caran dikeve zindanê û derdikeve. Berhema xwe ya navdar "Fî Zilal'il-Quran/Di Bin Siya Quranê de" di mercên girtîgehê de diqedîne.
    Sala 1964an Rêxistina Birayên Misliman bi komployeke dijî serokkomar Cemal Ebdunnasir tê tawanbarkirin û li serokê rêxistinê Seyid Qutib cezayê daliqandinê tê vebirîn.
    Gelek serok û giregirên cîhanê lava û tikayên xwe pêşkeşî Cemal Ebdunnasir bikin jî fayde nakin û rewşenbîr û zanayê cîhana îslamê Seyid Qutibê ku di 22ê Tebaxa 1966an de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn di 29ê Tebaxa 1966an de tê darvekirin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî pêsnê rola Mehemed Hacî da
    Etîketan:
    Mele Mistefa Barzani, Seyid Qutup, Misir, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de