21:34 24 Mijdar 2017
Zindî
    Angela Merkel

    Merkelê pêşwaziya dehan hezar hevwelatiyan kir

    © AP Photo/ Axel Schmidt
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2 0 0

    Ev du roje deriyê Serokatî û her 14 wezaretên Hikûmeta Almanya Federal ber geştiyar û hevwelatiyan vekiriye, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel û kabîneya wê pêşwaziya mêvanan kirin û ciyên karên xwe ên rojane nîşanî wan dan.

    Ji sala 1998’an heta niha, yekem care hikûmeta Almanya Federal du rojên dawiya meha Tebaxê deriyên xwe ber bi hevwelatiyan ve vedikin. Îsal jî li jêr navê `25 saliya yekgirtian Elmanya` ev çalakiye hat lidarxistin, bi dehan hezar hevwelatiyên alman û hin geştiyar bi amadebuna hejmareke zur a dezgayên media almanî, Austriya û Kurdî jî- BasNews û Kurd Dunya amadebûn.

    Li avahiyên 14 wezaretên hikûmeta federal a Almanya wezîr û cîgirên wan pêşwazî li serlêderan dikirin, ciyên xwe ên karên rojane nîşanî wan dan û tevî bername û programên taybet bûn ku li nava avahiya her wezaretekî sêcek hatibu danîn çalakiyên hunerî, mûzîk, axaftin û giftogo dihatin kirin, ji aliyekî jî bo zarokan kesên taybet hatibune wezîfedarkirin çîrok û babetên giring û dîmenên ser hikûmet û dîroka Almanya nîşanî wan didan. Li aliyekî jî Stand û çadir hebûn li wira jî zanyarî û tiştên taybet bi karên salane dihatin nimayîşkirin û parvekirin.

    Li avahiya Serokatiyê jî Angela Merkel doh di navbera seat 14:30 ta 18:30 di nava amadevanan re derbas bû, silav da wan û îmzeya xwe (Autogramm) di avêjit ser wêne û posteran piştre jî li jêr çadireke taybet pêşwaziya mêvanan kirin.

    Hêjayî gotinê ye ji sala 1998an piştî Rawêjkarê wî serdemî Gerhadr Schröder serokatî û parlementoya Almanya Federal ji bajarê Bonnê anî Berlîn û dîsan Berlîn bo paytexta federal weke nerîteke salane serokatî û kabîneya wê du rojan deriyên xwe bo hevwelatiyan vedikin, daku ji nêz haydarî kar û cî û xebatên wan bibin, ka ew çawa û li kû rêbertiya gel û welat dikin, xwezî ev li Rojhilata navîn û taybet herêma Kurdistanê jî bi ba nerîtek.

    Bi heman mijarî:

    Eksper: Angela Merkel sîyasetmedara herî zêde tê pirolekirin e
    Wikileaks: Saloxgêriya Amerîkayê li Merkel û hikumeta Almanyayê guhdarî dikir
    Merkel: Me jibo jinavbirina terorê alîkariya Kurdan kiriye
    Angela Merkel di navenda skandala cesûsî de ye
    Etîketan:
    Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de