18:06 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Li Norwêçê bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê xwepêşandan

    © Foto: Osman Bashqali
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Li paytexta Norwêç Osloyê xwepêşandanek berfereh bi armanca piştgiriya serxwebûna Kurdistanê hate encamdan. Partiyek Kurd jî beşdarê çalakiyê bû.

    Li paytexta Norwêç Osloyê xwepêşandanek berfereh bi armanca piştgiriya serxwebûna Kurdistanê hate encamdan. Partiyek Kurd jî beşdarê çalakiyê bû.

    Doh êvarê bi pêşngiya Partiya De Kristne ya Norwêçî, li paytexta vî welatî Osloyê, bi armanca piştgiriya serxwebûna Kurdistanê xwepêşandanek berfereh hate sazkirin. Di xwpêşandanê de çalakgeran nameyên xwe gehandin serokwezaretiya Norwêçê û daxwaz kirin ku Norwêç piştgirî bide gelê Kurd.

    Nêzîkê 500 Kurdên ku li Osloyê rûdinin û endam, alîgirên Partiya De Krsitne û dostên Kurdan jî beşdarê xwepêşandanê kirin. Herwiha Serokê Partiya Serbestiya Kurdistanê Arif Bawecanî û encamên PSK jî di çalakiyê de amade bû.

    Arif Bawecanî derbarê çalakiyê de bo BasNews got: ”Ev xwepaşandan bopiştgiriya doza rewa ya Kurd pir giring bû. Peyamek navnetewî ragehand û daxwaza piştgiriyê bo Kurdan anî ziman.”

    Bawecanî derbarê armanca beşdarbûna partiya xwe de jî got: ”Roj bi roj di asta navnetewî de piştgirî bo gelê Kurd zêde dibe. Ji ber vê me jî xwest ku di çalakiyek wiha de amade bin.”

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî:`Serxwebûn mafek rewa ye, ne xewın e`
    Serxwebûn – Projeya Stratejîk
    Akademîsyen Samvel Koçoî: `Serxwebûn mafê kurdan e`
    Kerkûkî: Çareserî serxwebûn e
    Etîketan:
    Serxwebûn, Xwepêşandan, Oslo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de