09:53 24 Îlon 2017
Zindî
    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras

    Anketên hilbijartinê Syrîza weke partiya yekemîn nîşan didin

    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li Yewnanîstanê, di anketên beriya hilbijartinên pêşwext ên 20'ê Îlonê de, Koalîsyona Çep a Radîkal Syrîza weke partiya yekemîn xuya dike.

    Li Yewnanîstanê, di anketên beriya hilbijartinên pêşwext ên 20'ê Îlonê de, Koalîsyona Çep a Radîkal Syrîza weke partiya yekemîn xuya dike. Lê belê ji ber parçebûna vê koalîsyonê, li gorî meha Çileyê dengên wê kêm bûye.

    Li gorî anketa şîrketa ProRata ya ji bo rojnameya Efîmerîda ton Syntakton hat amadekirin, rêjeya mirovên deng bidin Syrîza ji sedî 23 ye. Syrîza li gorî encamên hilbijartinên meha Çileyê ji sedî 13 pûanan deng winda kiriye.

    Li gorî anketê; partiya rastgir a Partiya Demokrasiya Nû (ND) ji sedî 19,5, Yekîtiya Gel (Laîkî Enotîta) ya ji siyasetmedarên ji baskê çep ê Syrîza qut bûn ve hat avakirin ji sedî 3,5 deng werdigirin. Anel a ku bi Syrîza re koalîsyon çêkiriye, bi rêjeya ji sedî 2'an re benda hilbijartinê ya ji sedî 3'an derbas nake.

    Nuqteyeke din a di anketê de balê dikişîne ew e, ku ji sedî 25,5 ê hilbijêrên Yewnanîstanê hînê bê biryar in. Bi belavkirina dengê bê biryaran re rêjeya Syrîza digihêje ji sedî 30'î. Derketibû holê ku ji sedî 68 ê gel alîgir e Yewnanîstan di nava Herêma Euro de bimîne.

    Li gorî anketeke din a ji aliyê Metron Analysîs ve hat kirin, Syrîza ji sedî 29, ND ji sedî 27,8 dengan werdigirin. Li gorî heman anketê rastgirên tund Berbanga Zêrîn ji sedî 8,3, partiya navendî Potamî ji sedî  6,7, Laîkî Enotîta ji sedî 4,1 û Anel ji sedî 3 ê dengan bi dest dixin.

    Encamên anketa şîrketa bi navê Marc ve hat kirin wiha ye: Syrîza ji sedî 25,3, ND ji sedî 23,2, Potamî ji sedî 5,8, Berbanga Zêrîn ji sedî 5,5, Laîkî Enotîta jis edî 3,8.

    Dİ hilbijartinên ji bo Parlamenta Yewnanîstanê ya ji 300 kursiyî de, ji bo partiya bibe yekemîn yekser 50 kursî tê dayîn. Syrîza ya di hilbijartinên meha Çileyê de ji sedî 36,3 ê denga stendibû, 149 kursî bi dest xistibû û bi partiya rastgirt Anel a ku li dijî polîtîkayên şidandina kemberê derdikeve, koalîsyon kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan planê reformê yê dusalane amade kirye
    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Hilbijartin, Syrîza, Yunanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de