20:38 16 Tebax 2017
Zindî
    Çekdarê Talîban li Afganistanê

    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9722

    Li parêzgeha Faryab a Afganistanê ya li ser sînorê Turkmenistanê pêvçûn berdewam dikin û sînorparêzên herdu welatan jî windahîyan didin.

    Tehdîda DAÎŞ`ê ya li hindurê Afganistan û Turkmenistanê jî roj bi roj rengeke cidîtir werdigre. Leşkerên hikûmeta Afganistanê li ser sînorê Afganistanê li hember kî şer dikin? Peyamnêra Sputnik Darî Zûhal Serdar ew pirs ji parlamenterê parlamentoya Afganistanê yê parêzgeha Faryabê Beşîr Ehmed Ta-Eync pirsî. Bersîva parlamenter wisa ye:

    ``Roja îro beşa navendî ya bajarê Faryabê ji çekdarên Talîbanê hatîye paqijkirin. Li wan herêman rewş aram e, lê rewşa li ser sînorê Turkmenistanê ne baş e, şer berdewam dike. Tê ragihandin ku çend çekdaran çekên xwe teslîm kirine û derbazî alîyê hikûmetê bûne, lê rewş dikare berovajî bibe.

    Şerê li Faryabê bi taybet di navbera çekdarên Talîbanê yên di bin kontrola istixbarata Pakîstanê û rêxistina terorîst a Ûzbekistanê ``Tevgera Îslamî ya Ûzbekistanê`` de derbaz dibe. Leşkerên hikûmî hewl didin ku herdu alîyan jî têk bibin. Li Afganistanê çekdarên DAÎŞ`ê hene, lê li bajarê Faryabê ne hatine dîtin. Dibe ku di nav refên Talîbanê de şer dikin``.

    Li gor gotinên parlamenterê afganî, armanca terorîstên li bakûrê Afganistanê şer dikin ew e, ku derbazî Asya Navîn û Rûsyayê bibin. Beşîr Ehmed Ta-Eync wisa berdewam dike:

    ``Di rastîyê de îro Afganistan ne tenê xaka xwe li hember terorîstan diparêze, lê her weha xaka dewletên cînar jî. Turkmenistan jî yek ji wan e.

    Terorîstan li bakûrê parêzgehên Balxa, Badaxşan û Kûndûzê dest bi tevgerên xwe kirin. Lê, ji ber rewşa dijwar a erdnîgarî ya herêmên navborî terorîstan nikarîn rîyên Asya Navîn vekin. Ji ber wê yekê wan bajarê Faryab a li ser sînorê Turkmenistanê hilbijartin. Ew sînor jî baş nayên parastin.

    Roja îro sînorê bi Turkmenistanê re yê bi dirêjahîya 365 kîlometreyan di bin kontrola me de ye. Lê, gereke welatên Asya Navîn jî bêtevger nemînin û dest bi şerê li dijî terorîstan bikin. Eger rewşa li Faryabê wisa berdewam bike, hêzên me yên hikûmî demeke dirêj nikarin ber xwe bidin``.

    Hêjayê bi destnîşankirinê ye ku serokê Turkmenistanê Gûrbangulî Berdîmuhamedov ji bo gotûbêjkirina rewşa li ser sînoran serdana Kabûlê kir.

    Bi heman mijarî:

    Kabûl-Talîban-Gotebêj
    DAÎŞ ji aliyê hevalbendên Amerîkayê ve hat sazkirin jibo rêjîma Esed tunebike
    Waşington nema zane bê kî ji Rûsya xerabtire, DAÎŞ an korsan
    Amerîka jibo guhertina desthilatê li Sûriyê, DAÎŞ bikaranî
    DAÎŞ lîsta buhayê jibo kolên cinsî amadekirye
    DAÎŞ: Ji rêxistinê ber bi dewleta suniyan
    Keçkên ji Çeçenistanê alîgirên DAÎŞ-ê xapandin
    Êvgênî Satanovskî: Hêzên Tirkiyê DAÎŞ-ê bombebaran nakin
    Pispor: Dibe ku DAÎŞ ê cekên kîmiyawî ji derva wergirtibe
    Racî Bîlîcî: ‘DAÎŞ bi aweyekî eşkere alikarî ji dewleta Tirkiyeyê distîne’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Li Afganistanê dildar li dijî DAÎŞ`ê
    DAÎŞ`îyên ewrûpî ji şertên jîyanê ne razîne
    DAÎŞ gefan li Çînê dixwe
    Etîketan:
    Turkmenistan, AFganistan, DAÎŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de