01:25 20 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    Serokê PYDê Muslim: Em parçeyekî Sûriyeya pêşerojê ne

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 5710

    Di axaftina xwe ya ji bo Spûtnîkê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim bal kişandiye li ser wê yeke ku veqetîna ji Sûriyeyê ne armanca wan ne û gotiye: ‘Em parçeyekî Sûriyeyê ne.’

    Li gorî Hevserokê PYDê Salih Muslimî ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê tevgera Rûsyayê cihê ye û rêvebiriya Moskovayê her tim dibêje ku ‘Gelê Sûriyeyê çi bixwaze em jî li wî aliyî ne.’ Her wiha Muslimî gotiye ku: Ji ber pevçûnên dawîn ên li Tirkiyayê têkiliyên wan ên bi Enqereyê re ‘sist’ in.
    Berisvên Salih Muslim ên ji bo pirsen nûçegihanê Spûtnîk Tirkiyeyê Hikmet Durgunî wiha ne:

    Hinek hewldan hene kul i Sûriyeyê herêmeke tampon bê avakirin. Hûn çawa li vê yekê dinerin?

    Kesek vê herêma tampon qebûl nake. Ev mijar tene di çapemeniya Tirkiyayê de cih digire. Agehiya hêzên herêmî ji vê yeke tuneye. Bi fikra min Tirkiya dê herêmeke tampon li ava neke. Ji xwe tevgereke yekalî ya bi vî rengî nayê qebûlkirin jî. Ne tenê em, tu hêz vê yekê qebûl nake. Ne kurd ne ereb ne jî tirkmen bi vê yeke razî nabin. Heke bi awayekî yekalî herêmeke tampon bê avakirin ev yek rasterast tê wateya ‘dagirkirin’ê.

    Salih Mislim
    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS

    Heke ev yek bi awayekî yekalî pêk were hûn çi bertekê nişan bidin?

    Herêma tampon ne di rojevê de ye û dê nekevê jî. Heke dagirkeriyek çêbe wê hingê çi pêwist bike ew ê pêk were.

    A niha pêwendiyên we yên bi Tirkiyayê re çawa ne?

    Niha pêwendiyên me yên bi Tirkiyayê re ‘sist’ in. Tirkiya cîrana me ye û em dixwazin ku pêwendiyên me xurt bibin.  Peywirên cîrantiyê jî pêwendiyên baş jî li ser esasê têgihiştineke hevbeş dimeşin. Daxwaza me ev e û gelê me çi bixwaze em ê wisa tevbigerin.

    Hûn hewldanên Rûsyayê yên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê anîne rojevê çawa dinirxînin?

    Rûsya hêzeke cîhanî ye. Wekî du hêzên cîhanî, li herêmê berjewendiyên Rûsya û DYA hene. Her du hêz jî dixwazin ku li herêma Rojavayê û Sûriyeyê istiqrarek hebe û ji bo Sûriyayê çareseriyeke siyasî daxwaz dikin. Hevdîtinên me jî div ê çarçoveyê de dimeşin. Em her tim li çareseriyekê diğerin û ji bo çareseriyeke siyasî hevdîtinan li dar dixin. Hê di destpêka vê qeyrana Sûriyeyê de reftara Rûsyayê cuda bû. Li gorî Rûsyayê daxwazên gelê Sûriyeyê çibin divê bên bicihanîn. Em jî li pey vê yeke ne. Têkiliyên me yên dawîn ên bi Rûsyayê re jî di çarçoveyê de dimeşin.

    Li gorî we DYA û hêzên hevpeyman di şerê li hemberî DAIŞê de alîkariya pêwist didine we yan na?

    Belê, alîkariya pêwist didine me. Pêwendiyên wan ên bi YPGê re xurt in. Gelekî baş zimanê hev fêm dikin. Li hemberî DAIŞê têgihiştineke wan a dualî û pêşketî heye. Ji ber vê têgihiştina du alî pêwendiyên me serkeftineke xurt bi dest xist. Em berdewamiya vê serkeftinê dixwazin. Wek hêzeke polîtîk, em piştgiriyê didin alîkarî û xebatên hevbeş.

    Di şerê li hemberî DAIŞê de gelo Tirkiya qe alîkariyê dide we?

    Di vî şerê li hemberî DAIŞê de Tirkiyayê heta niha tu alîkarî nedaye me. Nizanim gelo dê di pêşerojê de çi biqewime. Hêzên hevpeyman bi Tirkiyayê re peyman girêdane. Wekî ku di mijara Încîrlikê de jî tê dîtin, hêzên hevpeyman bi Tirkiyayê re peyman girêdane. Em hêvîdar in ku Tirkiye fêm bike ku DAIŞ ji bo wê jî xetereyek e. Tirkiyayê heta niha bi me re tu xebateke hevbeş nemeşandiye. Li herêmê her çiqas hêza hera xurt YPG be jî Tirkiya her tim ji berpirsiyariyê reviyaye.

    Hûn îddîaya Tirkiye 6 şervanên YPGê teslîmê Ahrar’uş Şamê kiriye çawa dinirxînin?

    Ev tişta bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em hêj lêdipirsin.

    YPG li ser sînorên Tirkiye û Sûriyeyê
    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis, file

    Planeke YPGê ji bo bikeve Raqqayê heye? Tê gotin ku DAİŞ li Raqqayê teknece, li herêma Rojava ewlehî pêk nayê. Gelo hûn jî wiha difikirin?

    Rast e. Me ji xwe di serî de jî gotibû ku hebûna DAİŞê li ku hebe, em li wir tebat nakin. Lê li Raqqayê girseya me tine, piştgiriya gel ji bo me pir hindik e. Li Raqqayê girseya Artêşa Azad a Suriyê heye.  Heke ku Artêşa Azad wir bi hêz be û li DAİŞê mudexale bike, YPG jî dê piştgirî bi de Artêşa Azad. Rêxistinek bi navê Suwal el Raqqa (Şoreşgerên Raqqayê) heye. Em bi wan re bi hevparî berxwedidin. Heke ku bixwazin YPG, ji bo operasyona li ser Raqqayê de dê piştgirî bide wan.

    Di ewil de Tirkîyê gotibû ku ‘Cerablûs xeta me ya sor e.’ Îhtimala yekbûna kantonên Efrîn û Kobanê, girêdayê Cerablûsê ye. Gelo pêngaveke YPGê ji bo Cerablûsê ku ji deste DAİŞê were rizgarkirin heye?

    Qasê ku ez dizanim YPG, li hela rojhilatê Firatê ye. Niha planeke wiha yê YPGê tine. Lê di pêşerojê de çi bibe niha nediyar e. Di navbera Cerablûs-Azezê de hejmareke mezin ê Kurda heye. Kurdên wir li gundên xwe hêzên xweparastinê avakirine. Berxwedana wan ji bo vî dê diyarker be.

    Têkiliyên we bi dewleta Sûrî re çawa ye? Gelo hûn dixwazin ji Sûriyê biqetin?

    Na, em tiştek wisa nafikirin. Sistema ku me li vir ava kiriye pêşerojê de jî peryeke Sûrî ye. Em li Sûriyê sistemeke ku navendî nîne dixwazin.  Sîstema ku me li heremên xwe ava kiriye, ji bo Sûriyê dê bibe model. Ev sîstem li temamiyê Sûrî dikare were ava kirin. Em perçeyek Sûrî ne.

    YPG, li hemberê DAİŞê çawa dikare seerkeftî bibe?

    Niha li vir rastiyek heye. Heke gel bir rêxistgirî be, dikare xwe biparêze. Wê deme DAİŞ nikare tu tiştî bike.  Em dibinin ku DAİŞli ku bihêz buyê, li wê derê gel rêxistî nîne. DAİŞ bi hêsani dikare van ciha bi destxe.  Em li herêma xwe baweriya xwe bi gele xwe tînin.  Di bingeha sîstema ku me ava kiriye de  hêza gel heye.  Gel bi vî awayî xwe diparêze.

    Gelo hûn dixwazin deriyên sînor ê di navbera Rojava-Tirkiyê vebe?

    Belê, em dixwazin ku deriyên sînor ê navbera me û Tirkiyê vebe.  Em vekirina derîyên sînor baş dibînên. Her çiqas ku em bixwazin jî, Tirkiye vê mijarê bi awayek erênî  nabîne.

    Li Tirkiyê dawi kirina ‘Pêvajoya Çareseriyê’, gelo bandor li PYDê jî kiriye?

    Belê, bandor li PYDê jî dike.  Hemû hêzên Kurd birayên me nin. Me dixwst ku pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê serkeftî be û aştiyek were avakirin. Ev ji bo me jî kêrhatî ye. Tirkiye çiqas bi îstigrar be, em ji vê yeke ewqas bi awayeke erênî bi bandor dibin. Ez temennî dikim ku pêvajoya çareseriyê dîsa destpêbike.

    Têkiliyên we bi Herêma Kurdistana Başûr re çawa ye?

    Em bi hemû rêxistin û partiyan têkiliyên xwe re baş ava dikin. Lê belê  niha li wir rewşeke tevlihev heye. Temennî dikim ku li wê herêmê jî îstîkrar were ava kirin û têkiliyên me hêj baştir bibe.

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim bi Serokê Filistînê re civiya
    PYD gefan li alîgirê partiyên Kurdî yên Rojava dixwe
    PYD: Tirkiye hêzeke Tirkmen li dijî YPGê ava dike
    PYD lîdertîya xwe xurt dike
    PYD: Bila Amerîka nehêle Tirkiye derbasî Sûriyê bibe
    Etîketan:
    PYD, Salih Muslim, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de