07:36 21 Mijdar 2017
Zindî
    Noqtên leşkerî yên Korya Bakur û Başûr

    Korya Bakur û Başûr gotebêjan berdewam dikin

    © AFP 2017/ Jung Yeon-Je
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 73 0 0

    Gotabêjên di navbera Korya Bakur û Başûr de berdewamdikin. Çalakî bi forma `2+2` birêvediçe û jibo çareseriya nekokiyên di navbera herû welatan de ye.

    Mîtinga protestoyê ya dijî Sêûlê, roja yekşemê li Korya Bakur lidarket. Nûnerên karker, rêxistinên civakî, xwendevan derketin kolanan û çalakiyên provokasyoner yên Korya Başûr şermezakirin. Li gorî daxuyaniya protestvanan, Korya Başûr rewşa li nivgiravê nêzîkî şer dike. 

    Leşkerên Korya Başûr berya demekê derbarê çalakbûna tevgera artêşa Korya Bakur  ragihandin. Li gorî zanyariyên Sêûlê, Korya Bakur hêzên xwe li nêzîkî qada bêçek pir kirye. Her wiha, tê ragihandin, ku gelek keştiyên bin avê yên Korya Bakur jî derbasî nav deryayê bûne.

    Endamê komîta parlamentoya Rûsyayê jibo pirsên berevaniyê Frans Klintsêviç ragihand ku ew silavê li gotebêjên di navbera herdû Koryan dike. Her wiha, Klintsêvîç got ku `pir başe ku ev gotebêj li ser astek bilind derbasdibin. Ez bi carekê naxwazin ku ez Korya Bakur `wek aliyekî tam bê guneh` bidim xuyakirin, lê ez dibînim ku ew di dema niha de bêtir naxwaze ku rewşa li nivgiravê gur bibe`.

    Rewşa li Nîvgirava Koryayê 10 Tebaxê dijwar bû. Wê demê desthilata Korya Başûr yekemîn car piştî 11 salan li xaka bêçek ji nûve migrefon bikaranî. Di riya vê migrefonê de karê propogandayê tê birêvebirin. Piştî ku li xaka bêçekbûn bombe bi du leşkerên Korya Başûr ve teqya, Korya Başûr biryar da megrofonê bikarbîne. Phênyan redkir ku provokasyonên leşkerî yên berya demekê bavêje ser xwe. 20 Tebaxê leşkerên Korya Bakur xaka Korya Başûr gulekirin, Sêûl wek bersev wê jî gule berda cihên leşkerên Korya Bakur. Piştî vê yekê fermandariya hêzên leşkerî yên Korya Bakur daxwazkir jibo migrefon di nav 48 demjimêran de bê rakirin. Heger na, Phênyan gef xwar ku dijî Korya Başûr çalakiyên leşkerî bike.

    Bi heman mijarî:

    Korya Bakûr serdana Ban Kî-moon betal kir
    Etîketan:
    Korya Başûr, Koreya Bakûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de