06:23 23 Mijdar 2017
Zindî
    Baregeha NATO li Brukselê

    Poloniya daxwaza parastinê ji NATOyê dike

    © Foto: NATO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Anjêy Dûda bi awakî fermî bû şeşemîn serokê Polonyayê yê. Wî di hilbijartinan de 51,5% ji dengan wergirt.

    Rêûresmê sondxwarna wî 6 Tebaxê li Warsoyê lidarket. Duda di axaftina xwe ya pêşîn de li pêşya parlamentoyê endamên parlamentoyê piştrastkir ku ew dikare sozên ku berya hilbijartinan dane pêkbîne.

    Sebaret bi siyaseta derve jî, Dûda bang kir jibo hebûna NATOyê li rojhilatê Ewropayê bê bihêzkirin, her weha hewlbide jibo têkilyên bi welatên derûsê re baş bimînin.  

    Di dema niha de lihevkirna derbarê pirsa jibo bihêzbûna NATO li Rojhilatê Ewropayê di navbera welatên hevpeyman de tune. Di 100 rojên pêşîn yê serokatiya Anjê Dûda de, ew plandike ku serdana nêzîkî 30 welatî bike. Serdana pêşîn ya serokê Polonyayê wê ji Estonyayê re be. Ev serdan 23 tebaxê lidardikeve.

    Anjê Dûda ku ji berya 2 heftiyan ve bûye serokê Polonyayê, êdî giha ku çend daxuyaniyan derbarê gefa ji aliyê Rûsyayê ve û rola NATOyê di parastina aramiya herêmê de ragihîne. Dûda, hinkî derengtir, di hevpeyvîna xwe bi rojnema The Financial Times re NATO jiber têkilyên bi Polonyayê re, her wiha `qada vala` ya di navbera Rûsya û Rojava de rexne kir

    Serokê Polonyayê yê nuh kandîdê partiya opozisyoner `Maf û dadmend` bû. Li gorî nerîna eksperan, westyabûna ji partiya desthilatdar `Platforma Netewî` hişt ku xelkê Polonyayê Anjê Dûda hilbijêrin. Li gorî rapirsîna ku rojnama `Kommersant` birêvebir, eksper agahdardikin: cîbecîkirna bernama berya hilbijartinan ya Anjê Dûdê dibe ku têkilyên di navbera Moskow û Warso zahmetirbibin.

    Bi her hal, zehmete NATO bi bêkarê bê tewanbarkirin.: piştî destpêka krîza Ûkraynê, rêxistinê gelek pingav jibo bihêzkirna qidreta xwe ya berevanî stend. Li civîna sala 2014-an li Walze derbarê berfirehkirna baregeh û binesaziya NATOyê  ya lojistîk li Rojhilatê Ewropayê hat ragihandin. Nûnerên rêxistinê biryar stendin ku baregehên xwe li Bolgarya, Estonya, Latviya, Lîtwana, Polonya û Rumanyayê vekin. Lê Amerîka destbi bi şandina teknolojiya leşkerî ya giran ji Herêmê re kir.

    Lê, desthilata Polonyayê dibîne ku ev yek ne bese û êdî inîsyatîva Warsoyê ya adaptasyona stratîjîk pêşkêşî venêrîna hevalbendên NATOyê kirye. Di demek nêzîk de ev inisyativ wê li civîna wezîrên berevaniyê yên welatên-endamên NATOyê bê giftûgokirin. Civîn wê 7-8 Cotmehê li Brokselê lidarkeve.  


    Bi heman mijarî:

    Polonya bimebeste pîrozbahiya 9 Gulanê rake
    Etîketan:
    Rûsya, Polonya, NATO
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de