03:36 21 Mijdar 2017
Zindî
    Sistema berevaniya ji moşekan S-300

    Ajansên Amerîkayê: Pêntagon dixeyde ku jiber C-300 nikare ji nişka ve êrîşî Îranê bike

    © Sputnik/ Igor Russak
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Îran pingavek din nêzîkî wergirtina çekên berevaniyê yên pêşketî bû. Tehran ragihand ku heftiya bê wê bi Rûsyayê re kontraktê jibo şandina sîstêma dijî moşekan S-300 mohr bike. Tev ev rêkeftin bi carekê qanûnî ye jî, lê Amerîka endişdariya xwe jiber çend pirsan tine ziman.

    Wek CNN dinivîse, `S-300 di destê Îranê de dibe ku bê wê wetayê ku balafirên şer yên Amerîka û Israylê nikarin bi dizî êrîşî Îranê bikin, heger bixwazin cihên atomî bombebaranbikin.  Tev ku Amerîka radighîne jî ku rêkeftina di çarçova biryara NY ya derbarê sizayên dijî Îranê d ye jî, wezareta karên derve ya Amerîkayê dev ji vê helwesta xwe bernade.

    John Kerry ragihand ku ` em dive hûrgilyên vê rêkeftina konkret bizanibin jibo têbighên, gelo pêwîste ku em tiştekî ji mekanîzmên sizayên xwe bikarbînin an na`.

    Karmendê istîtûya Brukingê Maikl O`Henlon di hevpeyvîna xwe bi tilvizyona CNNre ragihand ku piştî peydabûna S-300 li Îranê rewşa li hewayê wê bêaramtir bibe.

    CNN destnîşandike ku destêwerdana Rûsyayê di rewşa Ewropayê û Rojhilata Navîn de Amerîka pir acêz dike. Her wiha, CNN bibîrtîne ku di heman demê de bi vê yekê re, NATO û Amerîka mezintirîn gerwerzî ji dema şerê sar ve li Ewropayê birêvedibin.

    Em bibîrtînin ku piştî ku Civata Ewlekariya NY biryara 1929 ya derbarê sizayên dijî Îranê stend, Rûsya û Îran sala 2007-an rêkeftina derbarê şandina S-300 ji Îranê re lihevkirin.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn meha Nîsane ferman de jibo qedexa li ser şandina vê sîstêmê  ji Îranê bê rakirin.

    Bi heman mijarî:

    Senatê Amerîkayê $300 milyon bo alîkariya leşkerî ji Ûkraynê re veqetand
    Ji Îranê re firotina S-300`an wê hevsenga li herêmê biguherîne
    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    Wezîrê bergiriya Îranê: Tehran wê îsal S-300`ê rûsî werbigire
    S-300 derfeta parastina lihevkirina Lozanê dide
    Dorpêçiya li ser 300 kurdên li ser sînor nema
    Di nava du rojan de nêzîkî 300 êzidiyên êxsîr azad bûn
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de