14:01 24 Mijdar 2017
Zindî
    Serokwezîrê Yonanistanê  Aleksis Tsipras

    Rêkeftina bi deyndaran re hişt ku cihêbûnek siyasî li Yonanistanê pêkbê

    © AFP 2017/ Thierry Charlier
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Jiber cihêbûna di nav partiya SIRIZA de ku li Yonanistanê desthilatdar e, serokwezîr Aleksis Tsipras derbarê istîfakirna hikumetê ragihand.

    Hikumeta dahatû wê ji aliyê parlamentoya nuh ve bê pêkanîn. Wek tê çavrêkirin, hilbijartinin Parlamentoyê wê di meha Îlonê de lidarkevin.

    Sedema cihêbûna di nav partiya desthilatdar de-rêkeftina bi deyndaran re bû. Li gorî vê belgenamê, welat di nav 3 salan de wê 86 milyar dolar wek alîkarî wergire. Di nav Partiya SIRIZA de du bask: alîgir û dijberên vê rêkeftinê peydabûn.

    Baskê çep yê partiyê bi serokatiya Panayotis Lafazanis dijî siyaseta hikumetê derket. Vî baskî Tsipras bi têkbirna sozên ku berya hilbijartinan dabû û peyweriya welêt ya tam ji deyndaran re tewanbarkir. Rêkeftin bi saya dengên opozisyonê hat pesendkirin. Tsipras wê demê got ku jibo hikumet bikaribe siyaseta xwe birêvebibe, divê xwedî piraniyek tebût di parlamentoyê de be.

    Lê niha, piştî ragihandina derbarê dev jikarberdanê, baskê çep yê partiya desthilatdar SIRIZA derbarê sazkirna bera dêmoqratî ya berfireh dijî rêkeftina bi deyndaran re ragihand.

    Nûnera baskê din yê partiya SIRIZA-çalkvan Anastasiya Giyamalî di hevpeyvîna xwe bi RT re ragihand ku ew piştgirtiya rêkeftina bi deyndaran re dikim. Giyamalî texmîn dike ku `dev ji kar berdana Tsiras di vê rewşê de pingavek aqilmende. Ez dibînim ku sedema sereke ya hişt Aleksey Tsipras derbarê hilbijartinên pêşwext ragihîne — hewldana jibo bare li ser kesên ku dengên xwe dan wî sivîk bike. Û kesên ku dengên xwe dabûne wî jî kesên bêkar, malnîş, beşê hejar yê xelkê welêt û karker in. Rêkeftina ku desthilata Yonanistanê mohr kirye dibe ku ne baştirîn hilbijêr jî be, lê bikêmanî ew ji yên ku hikumetên berê mohr kirbûn çêtire`.

    Li gorî nerîna Giyamalî, pêkanîna rêkeftina ku bi deyndaran re hatiye bidestxistin `erkek pir zehmet e`. `Di baweriya min de, di rewşa hevkariya nêzîk bi gelê Yonanistanê re û hemû endamê partiya SIRIZA re em dikarin şêwazê jibo encamên negatîv yên vê rêkeftinê dûr bikevin`.

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan planê reformê yê dusalane amade kirye
    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Yonanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de