11:18 21 Mijdar 2017
Zindî
    NATO

    NATO `bersevek bilez` amade dikin

    © AP Photo/ Olivier Matthys
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Fermandariya hêzên erdê yên Amerîkayê li Ewropayê derbarê birêvebirna mezintirîn gerwerziyên hêzên paraşûtbazî yên NATOyê ragihand. 5 hezar leşkerên ji 11 welatan wê di van gerwerziyan de beşdarbibin. Gerwerzî wê li xakên Almanya, Italya, Bolgarya û Romanyayê bên pêkanîn.

    Gerwerziyên welatên-endamên NATOyê 15 Tebaxê destpêkirin, lê zanyariyên fermi derbarê vê yekê tenê piştî sê rojan derketin. Leşkerên ji Bolgarya, Brîtanya, Almanya, Yonanistan, Ispanya, Italya, Hollanda, Polonya, Amerîka û Fransayê wê heta 13 Îlonê sala 2015-an ezmûnan wergirin. Nûnerên fermandariya artêşa Amerîkayê destnîşankirin ku gerwerziyên di bin nave `Berseva lezgîn-2015` de, ji dema şerê sar ve, mezintirîn gerwerziyên hêzên paraşûtbazan yên NATOyê ne`.

    Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku armanca van gerwerziyan-bilindkirna asta berseva lezgîna a hevbeş a rêxistinê ye. Rojnema brîtanî Telegraph li ser zimanê rêberên NATOyê ragihand ku `gerwerzî gerek bide pêşandan bê rêxistina heta çi astê dikare bilez hêzên xwe belavbike, di heman demê de piştgirtiya Ewropa bihêz û parastî bike`.

    Fermandariya Amerîkayê ragihand ku bûyera sereke ya van gerwerziyan wê avêtina paraşûtbazan û teknîkê ji meydana Hohenfels li Almanyayê û Novo Selo li Bolgaryayê be. Di herdû bûyeran de wê bêtir ji 1000 kesî bên bikaranîn. Eksper texmîndikin ku gerwerziyên leşkerî yên sîstêmatîk pêşandana hêzê di bîra mirov de tînin û ev yek qayîşkişandinê li Ewropayê xurt dike. Wek nimûne, navenda brîtanî Ewroian Leadership Network rapora binavê `Emê xwe ji bûyerên pîstir re amade bikin` çapkir. Di vê raporê de tê gotin ku zêdebûna gerwerziyên Rûsya û NATOyê dihêle ku bêaramiya li Parzemînê zêde bibe.   

    Lektorê fakulta siyaseta navnetewî ay Zanîngeha Moskowê ya binavê Lomonosov Aleksey Fenenko dibîne ku çalakiya wisa ya NATOyê rewşa li herêmê ne aram dike. Eksper destnîşankir ku `yekem: gerwerzî bêguman jibo dijberiya Rûsyayê ye; duyem: NATO bimebeste binesaziyek leşkerî pir mezin li herêmên Baltîk û deryaya Reş bicîbike; sêyem: belgenama sereke ya Rûsya-NATOyê tê guhertin. Em bibîrtînin ku li gorî belgenama sala 1997-an, NATO redkir ku hêzên leşkerî mezin li xaka endamên xwe yên nuh bicîbike.

    Niha, ew li vê yekê vedigerin û wek heye ji rêkeftinên berê dûrdikevin`. Li gorî nerîna Fenenko, `reaksyona Rûsya ya bingehî wê heta sala 2017-an bê xuyakirin. Piştî 20 salan ji rêkeftina sala 1997-an wê giftûgoyên derbarê ji nû ve mohrkirna vê belgenamê destpêbikin`. Eksper texmîn dike ku ez dibînim ku emê bikêmanî tekoşînê jibo parastina hevpaymana Stokholmê ya sala 1986-an bikin. Ev hevpeyman derbarê rêûrêzanên birêvebirna çalakiyên leşkerî li Ewropayê ye`.

    Bi her hal, hinek pispor bang dikin jibo krîza di navbera Rûsya û Rojava de mezin nekin û bala xwe bidin bûyerên bêtir metirsîdar. Serokê istîtûya nirxandinên stratîjîk Aleksandr Konovalov di hevpeyvîna xwe bi rojnema `NG` re ragihand ku `îro jibo me yek ji gefên sereke- rêxistina DAÎŞê ye. Wî bibîranî ku islamî dixwazin `Xalîfeta` xwe li xakekî mezin û di nav xakên  başûrê Ewropayê, komarên berê yên Sovyetê li Navenda Asyayê û hetanî Bakurê Qavqazê ya Rûsyayê pêk tê`, dirust bikin`.

    Bi heman mijarî:

    NATO ji dema şerê sar ve, yekemîn car mezintirîn tedrîbatan birêvedibe
    Demirtaş: Divê YA û NATO zextê li Tirkiyê bikin
    NATO biryara jibo alîkariya Iraqê da
    Erdogan: Tirkiye bihêviye ku di tekoşîna bi terorê re NATO piştgirya wê bike
    NATO îro li ser daxwaza Tirkiyê dicive
    Doktrîna deryayî: tevgera NATO bi aliyê sînorê Rûsyayê ve nayê qebûlkirin
    NATO ber bi Rojhilatê ve manevrayan pêk tîne
    Bosna Hersek dixwaze bibe endamê YE û NATO`yê
    NATO dixwaze hêzek ji 40 hezar leşkerî ava bike
    Provokasyonên NATO li nêzî sînorên Rûsyayê berdewam in
    NATO potansîyela xwe ya leşkerî dide zêdekirin
    Ûkrayna derbasî li standartên NATO`yê dibe
    Malxwê mala NATO`yê kê ye?
    Rûsya transîta barên leşkerî yên NATO jibo Afganistanê qutkir
    NATO stratejîya xwe diguherîne
    NATO biryar da ku leşkeran li Afganistanê bihêle
    NATO şerê DAIŞê gotûbêj dike
    Rola herêmî ya Tirkîyeyê bi têkilîyên Rûsya-NATO`yê ve girêdayî ye?
    Etîketan:
    NATO
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de