06:34 23 Mijdar 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Hemwelatiyê Brîtanyayê çû Îraqê jibo tekoşînê bi DAÎŞê re bike

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 83 0 0

    DAÎŞ her û her bêtir xakên Îraq û Sûriyê zeft dike. Lê hejmara xwebexşên ku dixwazin tekoşînê bi radîkalan re bikin jî pirdibe.

    Yek ji van xwebexşan- hemwelatiyê Brîtanyayê Jim Aterton e. temenê wî 53 sal, 3 zarok û 2 nêvyên wî hene.

    Aterton berya 20 salan wek şofêrê fargonê kar dikir û tu-carî ji aliyê leşkerî ve ne hatiye perwerdekirin. 

    Aterton tevlî koma `Dweh Navaşa` ango `Can fîda` bû. Ev kom li Îraqê ye û ji ewropî, amerîkî û awstiralyan pêktê.

    Wek Aterton dibêje `amerîkyan û brîtanyan dikujin. Birayê min yê biçûk sala 2006-an li Afganistanê hat kuştin. Ez nikarim şirovebikim bê çima brîtanî diçin wir û li aliyê radîkalan şer dikin. Ez nikarim şirovebikim bê ka jibo çi ew xelkê dikujin. Tu-pêwendiyên olê bi vê yekê tune. Ew tenê xwe di bin de vedişêrin`.

    Ew dûpatdike ku wê bixwe xwe bi hemû pêdiviyên tekoşîna bi DAÎŞê re misogerkirye. Berya ku malbata xwe bicî bihêle û ber bi Îraqê ve biçe, Aterton otomobîl, motorsîkl û qeyka  xwe firot û 18 hezar funt wergirt. Bi van peran wî çek û bilêta heta bighêje Îraqê kirî. 

    Xwebexş dibêje ku ew gelkî şehnaze bi vî karê xwe, lê bêriya malbata xwe dike û dixwaze lê vegere.

    Lê Jim ne yê tenê ku biryarê dide jibo tekoşînê bi DAÎŞê re bike. Koma xwebexşan li Amerîkayê hîndibin. Ew bimebestin ku xelkê ji DAÎŞê biparêzin.

    Bi heman mijarî:

    Îraq siyasetmederên amerîkî tore dike
    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Brîtanya, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de