16:52 21 Mijdar 2017
Zindî
    Siyasetemederê amerîkî yê ji Partiya Komarê Jeb Bush

    Îraq siyasetmederên amerîkî tore dike

    © AP Photo/ Carolyn Kaster
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 125 0 0

    Îraq li siyaseta Amerîkayê vedigere û dibe yek ji pirsên sereke yên kompaniya hilbijartina serok.

    Serkeftinên çekdarên DAÎŞê û ragihandinên dawî yên siyasetmeder û leşkerên Amerîkayê bûn sedema ku gengêşiya derbarê misyona Amerîkayê li Îraqê bê vejandin. Yek ji têkbirê aramiyê Jeb Bûş bû. Jeb Bûş birayê Corc Bûşê ku sala 2003-an  destbi kompaniya şer li Îraqê kir. Jeb Bûş dibe ku ji aliyê Partiya Komarî ve jibo postê serokê Amerîkayê bê berbijartin. 

    Jeb Bûş ragihand ku `komarî êdî nema bimebestin ku tenê berxwebidin û tam bi biryarin ku hesabê xwe yê îraqî ji dêmoqratan bixwazin. Jeb Bûş got ku `derketina lezgîn ji Îraqê şaştiyek mezin bû, jiber ku hişt valabûnek çêbibe û DAÎŞ vê valabûnê dagire, Îran jî ev yek tam jibo xwe bikaranî`. Her wiha, Jeb got ku Hilerî Klinton di ber vê siyasetê de berpirsyare.

    Xanima Klinton roja şemiyê li wilayeta Awayê, di mîtingê de derbarê vê yekê bibîranî: rêkeftina derbarê derxistina hêzên amerîkî ji Îraqê heta dawia sala 2011-an hîn ji aliyê rêvebirya Georg Bûş ve hatibû bidestxistin. Di heman demê de, Klînton di sala 2002-an li Kongreyê piştgirtiya destpêka opêrasyona leşkerî li Îraqê kirbû.

    © AP Photo/ Carolyn Kaster
    Бывший госсекретарь США Хиллари Клинтон в Джорджтаунском университете в Вашингтоне

    Heger Jeb Bûş heta niha yekser nabêje ku pêwîste hêzên amerîkî vegerin Îraqê jî, lê milyardêrê komarî Donald Tramp êdî varyantê xwe yê jibo çareseriya pirsgirêka DAÎŞê pêşniyarkirye, ang  hêzên amerîkî derbasî Îraqê bên kirin û bîrên petrol ji destê DAÎŞê derxînin û bixwe kontrolbikin. Li gorî versyona berêz Tramp, ev pingav wê derbek mezin li DAÎŞê xîne û wê wê ji dahatûyên wê bêparbike.

    US Republican presidential candidate Donald Trump arrives to speak at the Family Leadership Summit in Ames, Iowa, United States, July 18, 2015
    © REUTERS/ Jim Young
    US Republican presidential candidate Donald Trump arrives to speak at the Family Leadership Summit in Ames, Iowa, United States, July 18, 2015

    Di rewşa ku mijara îraqî bilez li siyaseta Amerîkayê vedigere, serleşkerê hêzên bejî yên Amerîkayê ceneral Rey Odierno heftiya borî, berya dest ji kar berde bi rojekê pêşniyariya Donald Tramp red kir.

    Li Îraqê bixwe çekdarên DAÎŞê dawiya heftiya borî dîsa xwe bibîranîn û çend çalakiyên têrorîstî li Bexdayê pêkanîn. Di encamê wan çalakiyan de 60 kes hatin kuştin û 200 kes jî birîndarbûn. Piştî heydar Ebadî bûye serokwezîr, ev mezintirîn çalakiya têrorîstî bû.

    Nûnerê komela şîî Nûrî el-Malikî, piştî hat tewanbarkirin ku ew nikare bi sûniyan û kurdan re lihevbike, neçarbû ku dest ji kar berde. Berya el-Malikî dest ji kar berde, DAÎŞ Mûsil dagirkir.

    Nurî El Malikî
    © AP Photo/
    Nurî El Malikî

    Amerîka piştgirtiya guhertina desthilatê li Îraqê kir û hêvîkir ku Ebadî bikaribe rewşa li welêt kontrolbike. Lê piştî salekê ji desthilata wî hêviyên ku jê dihatin kirin bicînebûn. Gefa ku islamî êrîşî paytextê bikin hîn heye.

    Protestoyên ku berya mehekê li kolanên Bexda, Basra, El-Nasiriyê û bajarên din destpêkirne, rewşa li Îraqê zehmetirkirne. Di van protestoyan de şîî û sûnnî herdû beşdardibin. Protestvan rêformên siyasî û civakî yên radîkal ji hikumetê dixwazin.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Bakurê Amerîka, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de