19:46 23 Mijdar 2017
Zindî
    Avahiya Kongreyê Amerîkayê li Waşingtonê

    Kerry bang li kongreyê kir jibo rêkeftina bi Îranê re erê bike

    © Fotolia/ trekandphoto
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 145 0 0

    Wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry bang li Kongreyê kir jibo rêkeftina bi Îranê re erê bike.

    Seyre, ku sedema vê bangê bi carekê ne Îrane, lê ew vê bangê dike, jiber dibîne ku heger rêkeftin neyê erêkirin,  hevbeşên li YE dikarin pişta xwe bidin Amerîkayê. Û wê demê wê sizayên dijî Sûriyê bertelef herin. `Hevalno, ev tişt –reçetek lezgîn jibo perê yedik li cîhanê ne dolar be, helbet, ev yek wê ne di şevekê de pêkbê. Blokekî listikvanên mezin heye û bêkar rûnanên, her wiha, ne libendene heta Amerîka ji wan re bêje jibo bê ka çi bikin`. Ew dikarin, jiber siyaseta Amerîkayê ya ne dûr,  perakî yedek yê din sazbikin

    Siyasetmederê Tehranê, serokê ajansa îranî `Mehr` Hasan Xanîzade di hevpeyvîna xwe bi Sputnik Persian re got ku heger xwediyên rêkeftina bi Îranê bi awakî ne rast wê bikarbînin, dolar dikare hilweşe.

    `Kompaniyên amerîkî di 12 salên dawîn de  ji aliyê darayî ve gelek xesrî ne. Yekitiya Ewropayê di nav 12 salên dawî de nêzîkî 400 milyard dolar jiber tunebûna hevkariya bi Îranê re windakirye.

    Teybetmendiya perê amerîkî ew e ku ew pir bi bûyerên siyasî yên li cîhanê, ne xasim yên li Rojhilata Navîn rûdidin, girêdayî ye. Bi vî awayî, heger koma 5+1 nikaribe 14 Tîrmehê rêkeftina bi Îranê re girêda, nirxê dolar wê bi awakî ceddî daketa û Amerîka wê gelek pere windabikra, jiber piraniya rêkeftinên li cîhanê bi taybetî li ser asasê perê amerîkî pêktên. Jiber vê yekê, ragihandina John Kerry di cê xwe de ye`.

    Her wiha, John Kerry got ku heger rêkeftina atomî bi Îranê re neyê erêkirin, ew dikare têkilyên Amerîka  bi hevaqlbendên wê re di xeterê xîne.

    `Siyaseta Kongreyê Amerîkayê di bin bandora lobiyê israyîlî de ye. Heger rêkeftina bi Îranê re neyê erêkirin wê serok Obama tenê bixesire.

    Heger Kongreyê Amerîkayê rêkeftinê erê neke, Îran wê bi awakî otomatîk dev ji erkên avêtine ser xwe berde. Helbet serok Obama dikare mafê vîto bikarbîne, lê pêwendiyên di navbera Koşka Spî û Kongreyê de îro ne zêde başin û heger hîn ne baştir bibe, dibe ku Amerîka di krîzek siyasî keve`.

    We li hevpeyvîna siyasetmederê Tehranê hasan Xanizadê  ya derbarê egera ne erêkirna rêkeftina bi Îranê re ji Kongreyê ve.

    Bi heman mijarî:

    John Kerry dext li Kongreyê kir
    Kerry plan nake ku li Kubayê bi Raul û Fîdêl Kastro re bicive
    Kerry: Êdî sebra civaka navdewletî ji Esed re nemaye
    Nuland pey Kerry re hat Rûsyayê
    Kerry wê li El-Riyadê hevdîtinê bi serokê Yemenê re bike
    Kerry wê serdana Erebistana Siûdî û Fransayê bike
    Etîketan:
    cîhan, Bakurê Amerîka, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de