06:42 23 Mijdar 2017
Zindî
    Wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry bi hevkarê xwe yê Îranê Mohamed Cewad Zarîf re

    John Kerry dext li Kongreyê kir

    © AP Photo/ Jason DeCrow
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 133 0 0

    Rêvebirya serokê Amerîkayê Barak Obama berya dengdana derbarê rêkeftina bi Îranê re, çend hewldanên bibiryar kir jibo piştgiriya dijberên vê rêkeftinê li Kongreyê wergire.

    Wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry bi vî karî radibe. 

    Kerry di nav 1 demjimêrê de mijara derbarê rêkeftina atomê bi Îranê re bi rojnamevanên ajansa Reuters re giftûgokir.

    Berya demekê nûnerên rêvebiriya Obama û Obama bixwe gelek caran naveroka rêkeftina atomî bi Îranê re şirovekirin. Lê daxuyaniya Kerry ya dawî ya herî ne di rêzê de bû.

    Tev karên çalak di Kongreyê de jî, Koşka Spî tam ne piştraste ku dijberên rêkeftinê di xuleka dawîn de bikaribin nêzîk 70 ji sedî ji dengan wergirin. Bi taybetî jibo zora vîtoya serok bê birin, wiqas deng pêwîstin.

    Jiber vê yekê Kerry dijberên komarî bibîranî ku rêvebiriya serok Bûş jî dixwest rêkeftina atomê bi Tehran re girêde. Ev yek tê wê wetayê ku nabe rêkeftina niha wek afirandina dêmoqratan bê hesêb, tersî wê, rêvebirya Obama tenê karê ku Bûş destpêkirbû, bi awakî rast bidawîkir.

    Serokê Amerîkayê yê berê George W. Bush û serokê niha yê welêt Barak Obama
    Serokê Amerîkayê yê berê George W. Bush û serokê niha yê welêt Barak Obama

     

     

    Delîlê berêz Kerry yê din ew e ku dijberên vê rêkeftinê yên bêtir hişk baş pênasîn bi naveroka rêkeftinê re nekirne ku ji bêtir ji 150 rûpelan pêktê û li gorî prensîpê nasyar `min ne xwend, lê ezê bêjim` tevdigerin.

    Kerry, di berseva ser pirsa, gelo heger rêkeftin têkbiçe wê çi bibe, destpêkê got ku rêkeftin ne mimkune têkbiçe. Lê paşê bi awakî hûrgilî encamên nehênî yên navnetewî yên vê têkçûnê daxuyakirin. Wek Kerry dibêje, encamê sereke yê vê têkçûnê dibe ku Amerîka nema karibe dûpatbike ku ew li cîhanê rêber e.

    Yek ji gotinên herî sensasyon yên Kerry derbarê dolarê amerîkî bû. Wek Kerry dibêje, paşê dolar dibe ku hin bi hin `nema wek perê yedek li cîhanê bê bikaranîn`. Berêz Kerry ragihand ku `Pûtîn û Çîn bihevre kar dikin, Rûsya berya demekê civîna BRIKS lidarxist, ew libende biryara me namînin bê ka çi dixwazin bikin`.  Her wiha, Kerry derbarê zêdebûna ne razîbûna ji aboriya cîhanê ku piştî Şerê Chana Diyem pêkhatiye, bibîranî. Serokê dîplomasiya Amerîkayê nave Pûtîn du caran bibîranî û got ku `Pûtîn bê kar rûnanê`.

    Eksper destnîşandikin ku gotinên John Kerry yên vê dawiyê delîlê ku rêkeftina atomê ya bi Îranê re jibo Amerîkayê pir giringe. Serokê Amerîkayê dibîne ku rêkeftina bi Îranê re ji du sênaryoya re: Îrana atomî û bikaranîna hêzê dijî Îranê, alternatîv e. Her wiha, giringe ku Obama vê rêkeftinê wek serkeftinek cedî ya dîplomasiya amerîkî, ne tenê bi Îranê re, lê bi Rûsya û Çînê re jî dinerxîne. Eksperê komela jibo pêwendiyên navnetewî maksim Sûçkov ragihand ku ev sermiyanekî cedî ye ku Koşka Spî bi şûnde jî, wek rêberê cîhanê wê bikarbîne.

    Bi heman mijarî:

    Kerry plan nake ku li Kubayê bi Raul û Fîdêl Kastro re bicive
    Kerry: Êdî sebra civaka navdewletî ji Esed re nemaye
    Nuland pey Kerry re hat Rûsyayê
    Kerry wê li El-Riyadê hevdîtinê bi serokê Yemenê re bike
    Kerry wê serdana Erebistana Siûdî û Fransayê bike
    Etîketan:
    Cîhan, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de