05:08 24 Mijdar 2017
Zindî
    Boeinga Malayzyayê ku li rojhilatê Ûkraynê ket xwar

    Hollanda redkir ku belgenamên derbarê ketina MH17 derxîne

    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 103 0 0

    Ajansên ragihandinê li ser asasê zagona derbarê hikumeta vkirî, daxwazname ji wezareta ewledarî û dadmendî re şandin jibo zanyariyên derbarê firoka MH17 ya li rojhilatê Ûkraynê hilweşyayî pêşkêşbike.

    Lê wezîr Ard van der Ster ragihand ku tev giringiya zanyariyan jibo civakê re jî, hikumet bi serokatiya serokwezîr Mark Ryotte dibîne ku `giringtire ev zanyarî ne pene bimînin`.  Hollanda berya demekê çend belgenamên derbarê lêkolînê pêşkêşkir, lê beşekî mezin ji zanyariyan ne pene man. Van der Ster ragihand ku ev belgename jibo bikaranîna hindure û dibe ku zirarê li têkilyên di navbera Hollande û welatên din de bikin.

    Rûsya berya demekê bang li hemû welatên ku di lêkolînê de beşdarbûne kir jibo zanyariyên derbarê bobelata Boieng li Ûkraynê derxînin.

    Boing-777 ya rêwiyan ya kompaniya Malaysia Airlines ku ji Amesterdam difirya Kuala-lampur, 17 Tîrmehê sala 2014-an li derdora herêma Donetskê ya rojhilatê Ûkraynê hat xwar. Hemû 298 rêwiyên ku têdebûn hatin kuştin. Rapora dawî ya NYî ya derbarê vê bobelatê wê meha Cotmehê sala 2015-an bê çapkirin.

    Etîketan:
    Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de