08:20 22 Mijdar 2017
Zindî
    Bomba atomê ya bi ser Hiroşîma û Nagazakî de hat avêtin

    `Xîbakusiya` 70 sal di navbera jiyan û mirnê de`

    © REUTERS/ US Army
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11101

    Di encamê teqîna bomba atomê de (6-9 Tebaxê sala 1945 li Hirosîmê û Nagazakî) li cîhanê têgihişta ango `mefhûmê` `Xîbakusya` peydabû. Li Japonyayê xelkên ku di dema vê bombebaranê de ziyan kişandin û sax man, vî navî li wan dikin.

    Niha jimara wan kesên ku ziyan ji vê bombebaranê dîtine her û her kêmtir dibin û jiber vê yekê jî  şehadeta wan ya zindî bêtir bi qeder dibin. Bibîranîna xîbukasya mirov ditirsîne. Cîgirê serokê konfêdêrasyona xîbakusya-HIDANKYO ya Japonyayê Kido Sûeiti bîranîna derbarê bombebarana atomê bi nûçegihanê radyoya `Sputnîk` re parvekir:

    `Wê demê temenê min 5 sal bû û ez li Nagasakî dijyam. Di wê rojê de, di eynê wê xulekê de, dema bombebarana atomî destpêkir, ez bi daykê xwe re bi rê ve diçûn. Em 2 kilometran ji bombebaranê dûr bûn. Ez li dengê balafirê zivîrim, paşê teqîn çêbû û ez ji hiş xwe ve çûm. Ez bi dengê dayka xwe ku bang li min dikir hesyam. Rûwê min giş şewitî bû, lê yê dayka min, ji bilî rû, pêsîr jî şewitîbûn. Piştî du rojan em çûn gund.

    Dema ez vegeryam bajêr min ew dît ku giş hilweşyaye, li kolanan mirî tije bûn. Ez xwe sê caran dihesibînim Xîbakusya. Cara pêşîn-9 Tebaxê salal 1945. Cara duyem di sala 1952-an de. Dagirkirna Amerîka ji Japonyayê re bidawî hat û zanyariyên nepene, şehadet û wêneyên bombebarana atomê ji bajarên Japonyayê re  eşkerebûn. Me derebarê radyatsyonê jî naskir û wê demê jî ez bixwe hesyam ku ez xîbakusya me.

    Jiyana tije nexweşî û bêhêvîbûn destpêkir. Cara sêyan dema ez bi xwe hesyam ku ez xîbakusya me di sala 1991-ê de bû. Ez hatim parêzgeha Gifû li wir xîbakusya hat orgenîzekirin û mi ew sazkir. Ez mecbûrbûm ji nû ve bi wê demê bihesim û di bîra xwe de bînim. Gelkî mirov bixwîne jibo mafê microvan ku jiber bombebarana atomê ziyan kişandine biparêzim.

    Li Hiroşîmayê çalakiyên jibo xatirê 70 saliya bombebarana atomî ji bajarên japonyayê re lidarketin. Konfêdêrasyona xîbakusya rêxistinkarê a Japnyayê rêxistinkarê van çalakyan bû. Rapora sereke di van çalakiyan de  yabinavê `70 nsal di navbera jiyan û mirinê de bû. Serokê konfêderasyonê Tanaka terûmî pêşkêşkir. `Yên ku ev bobelat dîtin êtî temenên wan nêzîkî 80 salan e. Wan sond xwariye ku di jiyana xwe de tekoşînê bi çekê atomî re bikin.

    Tê pêşnêrîn ku îsal di rêûresmê bibîranîna Hîroşîma û Nagasakî de cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê jibo pirsên kontrola ser çekan û ewledariya navnetewî Rouz Gottmoler beşdarbibe. Em bibîrtînin ku yekemîn car berya 5 salan balyozê Amerîka li japonyayê beşdarî di rêûresmê bibîranîna Hîrioşîma û Nagazakî de kir.

    `em lêborînê ji Amerîkayê dixwazin. Em dixwazin ku Amerîka mukir bê ku bombebarana Hîroşîma û Nagazakî dijî prensîpên mirovatiyê û rêûrêzanên navnetewî ye. Û lêborîn bi tunekirna çekê atomê û serete yên xwe bike.

    Tu-armanc nikare bikaranîna çekê atomê dijî welatiyên sivîl mafdar derxîne. Li klûbê destnîşandikin ku bikaranîna çekê atomê ji aliyê leşkerî ve ne mimkune, tenê ew wek instrûmentekî siyasî dikare bê bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Japonya zagonên derbarê bikaranîna hêzê dûpatkir
    Etîketan:
    Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de