11:07 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAÎŞ

    Gelo Hindistan amadeye ku tekoşînê bi DAÎŞê re bike

    © AFP 2017/ Tauseef MUSTAFA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 76 0 0

    Pirbûna karîgeriya DAÎŞê li Hindistanê, bi taybetî, bihêzbûna idyolojiya wê di nav ciwanan de, hikumeta Hindistanê endîşdardike, her wiha, peydabûna al û semboplên DAÎŞê li Kaşmîra Hindistanê jî êdî ji mêj ve bûye sedema ku ajansên saloxgêrî yên Hindistanê bi şevê ranezên.

    Berya çend rojan wezareta karên hundir ya Hindistanê derbarê pirsgirêka bihêzbûna DAÎŞê li herêmê,  civînek ewarte bi serokên polîsên 12 wilayetên ku tê çavdêrînkirin dilxwazin DAÎŞê li wan pirdibin lidarxist. Ji bilî nûnerên wezareta karên hundir, nûnerên ajansa saloxgêrî ya Hindistanê, her wiha çend fermanberên pilebilind jî di vê civînê de beşdarbûn. Di encamê civînê de planê jibo sazkirna `Sazûmana Netewî ya dijî têrorîstî` hat amdekirin. Erkê sereke yê vê sazûmanê wê tekoşîna bi pirbûna karîgeriya DAÎŞê re be.

    Diyare ku pirbûna karîgeriya DAÎŞ li cîhanê jibo HIndistanê mijara endîşdariyê ye. Bihêzbûna DAÎŞê li Afganistana cîran dikare jibo ewledariya Hindistanê bi gefek ceddî be.

    Ajansên saloxgêrî yên welêt, ku di vê gefê de têdighên, tedabîrên jibo nehiştina vê yekê amade dikin. Li deverên ku bêtir di bin karîgeriya DAÎŞê de ne, mîna Kaşmîr, ciwan tên perwerdekirin jibo nekevin bin karîgeriya koma têrorîstî de.

    Di heman demê de, Hindistan ne bimebeste tevlî hevpeymaniya Amerîkayê ya jibo tekoşîna bi DAÎŞê re bibe. Çavkaniyên ji wezareta karên hundir ya Hindistanê texmîn dikin ku ev yek ne ji aliyê stratîjîk ve û ne jî ji aliyê dîplomasî ve ne di berjewendiyên welêt de ye. Li gorî nerîna wan, DAÎŞ yekser gefa li Hindistanê naxwe û rastiya ku ciwanên Hindistanê piştgirtiya idyolojiya DAÎŞê nakin, derfeta ku ev rêxistin li Hindistanê bihêzbibe, tune dikin. Di heman demê de, Hindistan radighîne ku heger pêwîst be ew amadeye li xaka xwe pozê DAÎŞê bişkîne.

    Ala Çînê
    © Sputnik/ Alexander Vilf

    Dema em kiryarên hovane û wehşî yên ku çekdarên DAÎŞê li Sûriuyê û Îraqê dikin dibînin,  bêguman em dijî vê yekê ne û tam em piştgirtiya nerîna Amerîkayê dikin. Pir bi me nexweşe ku Talîban li Afganistanê ne û em bi tundî dijî têrorîzm û radîkalîzmê radiwestin.

    Lê di heman demê de, ji aliyê siyasî û dîplomasî ve, ne raste ku mirov bêje ku jibo tekoşîna bi DAÎŞê re, em amadene tevlî Amerîkayê bibin. Heta niha welatiyên me li Lîbyayê li ba DAÎŞ dîlgirtîne, ji bilî wê, 42 welatiyên me yên din li Îraqê li ba DAÎŞê hatine dîlgirtin. Bi vî awayî, heger em tevlî hevpeymana dijî DAÎŞ bibin emê 7 milyon welatiyên xwe ku li rojavayê Asyayê dijin di xeterê xînin, tev ku dive em jibo tekoşîna bi DAÎŞê re amade bin.

    Cenralê artêşa Hindistanê GD Bashkî dibîne ku artêşa Hindistanê tam amadeye jibo gefa DAÎŞê bişkîne. 

    `gelek dibînin ku çekdarên DAÎŞ yên li Sûriyê û Îraqê şer dikin ji me dûrin û gelek dem ji wan re dive heta bighên ba wan, lê ev yek ne wisa ye, jiber ew êdî derbasî nav xaka Afganistanê bûne. Ji me re jî çend caran zanyarî hatin ku kampê DAÎŞê li herêma Wezîristanê ya pakistanê heye.  Artêşa Hindistanê tam amadeye ku berevaniya welatê xwe bike, lê di heman demê divê em di karê xwe yê saloxgêrî de  bêtir peywer bin, ku wek berevaniya pêşî tê hesêb.

    Bi heman mijarî:

    Hindistan ji krîza Yunanistanê natirse
    Rûleta Kosmîk: Çîn yan Hindistan
    Etîketan:
    Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de