19:34 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ala DAÎŞ li ser otêla Nînewa li Mûsilê

    DAÎŞ: Ji rêxistinê ber bi dewleta suniyan

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21501

    Maksîm Şevçenko: Dunyayê de fakto Kurdistana serbixwe qebul kiriye. Mirov dikare bêje, gavek maye ku raya giştî dewleta kurdan bipejirîne

    Pirsgrêka `Dewleta Îslamî` îro di navenda baldariya taybet ya eksperên Rûsyayê de ye. Tê famkirin ji bo çi. Şîroveya Petr Gonçarov:  `Hereket û siyaseta `Dewleta Îslamî` îro  ne tenê  aramiya Asya Navîn  ango herêma ku ji bo  Rûsya berjewendîdar e kiriye bin gumanê, her wusa yekparetiya nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn, ewlekarî û hebuna şaristaniya xirîstiyanî û ewrupî li Rojhilata Navîn dike bin metirsiyan.

    Pirsgirêka destabîlîzasyona rewşa Asiya Navîn raste rast bi Efganîstanê ve girêdayi ye, bi taybet jî bi peydabuna DAÎŞ ê li wîlayetên  wê yên Bakur de. Encamên wê yên pêşbînîkirî wê bi hurgilî di raporên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv de bêne venêrîn û di medya Efganîde bêne aşkere kirin. Lê, di siyaseta DAÎŞ ê ya ku li Rjhilata Navîn tê meşandin, momentên din jî hene û eksperên efganî wan `nabînin`. Momentên han Rûsya endîşedar dikin.  DAÎŞ bi avakirina dewleta xwe ya îslamî li Sûriye û Îraqê,  hedef daniye pêş xwe, ku  şaristaniya xirîsiyanî –ewropî, dîrok û çanda wê û mîrasên wê ku Rûsya jî parçek wê mîrasêye  ji binî ve tunebike. Cigîra serokê Rêvebera Navenda Civakî ya Parastina Xirîsiyanan li Rojhilata Navîn û Afrîka Bakur Êlêna Agapova nêrîna xwe wuha tîne ziman:


    `Îro em şahadên êrîşkariya bi hedef a li hember  şaristaniya xrîsiyanan li Rojhilata Navînin. Mesihîyên  Rojhilata Navîn tuşî jenosîdê bune.  Serjîkirinên girseyî yên ku celatên DAÎŞ ê vekirî nîşandidin,  bune sîstematîk û hesaba tirsandina xrîsiyanên tevayî cîhanê dikin. Pozîsiyona analog kelîsa Rûsi ya ortodoksî dide diyarkirin`. 
    Serokê beşa hevkariyê ya kelîsê  Vsevolod Çaplîn ragihand ku hereketên DAÎŞ ê `hewildaneke ku car din avhewaya civakî biguharînin û  xrîsiyanan ji wê civakî derînin `.

    Li gor nêrîna wî, îro li Rojhilata Navîn li hember xrîstiyanan `aparteyîda îdeolojîk` tê meşandin. Pirs derdikeve holê: ji bo ku DAÎŞ li erdên Sûriya, Îraq û Lubnanê dewleteke xwe ya suniyan ava bike çi şans hene? Li gor  hizra redaktorê  sereke yê portala `Kavpolît` rojnamavanê navdar yê Rûsya Maksîm Şevçênko yê ku berê demekê serdana wan herêman kiribû, şansên DAÎŞ ê ne xirabin:
    `Li gor nêrîna min dewleta suniyan wê bê avakirin û xarîta kevin ya Rojhilata Navîn êdî hatiye rakirin. Wê xarîtê ji bîr bikin. Sînorên Sûriye û Îraqê wê bêne guhartin. Wusa jî li Lubnanê, li wir Hezbullah piştî şerên giran û wendahiyên mezin ên li dijî DAÎŞ ê  nikare erdên Bakur yên walêt biparêze yên ku  tradîsiyonî yên suniyanin`.

    Li gor nêrîna Şevçenko dunyayê de fakto Kurdistana serbixwe qebul kiriye.  Mirov dikare bêje, ku gavek maye ku raya giştî dewleta kurdan bipejirîne.  Ji ber wê, heger dewleta kurdan bête demezrandin, çima ya suniyan di herêmên Îraq, Suriyeyê û Lubnanê nikare bê avakirin? Li gor hizra Şevçenko DAÎŞ wê ber bi başur ve bandora xwe firehtir bike û ji bo xelîfeta pêşerojê wê  `pîrozên  gewre` yên wek Haram al Harameyn, Necaf û Kerbela dagir bikin.  Ji ber ku xelîfet bêy cîhên pîroz nikare bibe xelîfet. Şêvîênko tekez dike ku DAÎŞ di  tekoşîna ji bo destxistina Necaf û Kerbelayê ese  tuşî Îranê be û wê binkeve. Wusa jî bi Îsrayîlê re heger  lihevxistineke bi vî rengî pêk bê. Di perspektîva pêşerojê de senaryoyên reel yên bi vî rengî  bi beşdariya DAÎŞ ê li Rojhilata Navîn têne dîtin.  

    Bi heman mijarî:

    Pispor: Dibe ku DAÎŞ ê cekên kîmiyawî ji derva wergirtibe
    Racî Bîlîcî: ‘DAÎŞ bi aweyekî eşkere alikarî ji dewleta Tirkiyeyê distîne’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Li Afganistanê dildar li dijî DAÎŞ`ê
    DAÎŞ`îyên ewrûpî ji şertên jîyanê ne razîne
    DAÎŞ gefan li Çînê dixwe
    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere
    DAÎŞ li Misirê mezin dibe
    Etîketan:
    Asya Navîn, Rojhilata Navîn, DAÎŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de