06:38 23 Mijdar 2017
Zindî
    Bermayîyên MH-17

    Rûsyayê dadgeha Boeinga malezyayî bloke kir

    © Sputnik/ Mihail Voskresenskiy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Rûsyayê di Civata Ewlekarîyê ya NY de pejirandina pêşnûmeya biryarnameya li ser sazkirina dadgeha navneteweyî ya darizandina tawanbarên ketina Boeing 777 ya malezyayî veto kir.

    Balafira malezyayî roja 17`ê Tîrmeha sala 2014`yan li rojhilatê Ûkraynayê hatibû xistin û di encamê de 298 kesan jîyana xwe ji dest dabûn. 11 welatên endamên Civata Ewlekarîyê ya NY ji bo pejirandina pêşnûmeya biryarnameyê dengên xwe dan, 3 endam bêlayen man û Rûsya jî li dij derket. Bi wî awayî pêşnûmeya biryarnameyê nehate pejirandin.

    Nûnerê herdem ê Rûsyayê yê li NY Vîtalîy Çûrkîn piştî dengdanê wisa ragihand: ``Projeya îro ji bo dengdanê hatî raberkirin, ji mafê hiquqî û îçtihatê bêpar hate hiştin. Me gelek caran bang li hevkarên xwe kir, ku li ser alternatîvan bifikirin. Li gor nêrîna min, ev leza sazkirina dadgehê gereke li alîyekê bête hiştin û bi awayeke berfireh û bi aram lêkolîn bêne kirin, ku em bikaribin bigihijin encameke baş. Ez wisa difikirim, ku wê wisa jî bibe. Rûsya amade ye piştgirîya ji bo lêpirsînên serbixwe û objektîv  ên zelalkirina sedemên ketina balafira malezyayî berdewam bike û bibe alîkar ku tawanbar bêne peydakirin û cezakirin``.

    Pêşnûmeya biryarnameyê ya sazkirina dadgeha navneteweyî ya darizandina tawanbarên Boeing 777 a malezyayî ji alîyê 5 welatan ve hate raberkirin: Malezya, Holanda, Awistrya, Belçîka û Ûkrayna. Li gor nêrîna amadekarên pêşnûmeya biryarnameyê, trajedî `li ser aştî û ewlekarîya navneteweyî metirsîyan saz dike` û gereke bi awayeke berfireh bête lêpirsînkirin.

    Piştî dîyarbûna encamên dengdanê, serokê Ûkraynayê Petr Poroşenko soz da ku tawanbarên balafira malezyayî xistinî ceza bike û di rûpela xwe ya Facebookê de wisa nivîsî: ``Encam her tiştî dîyar dikin, lê Ûkrayna nasekine. Tawanbar gereke bêne cezakirin. Ew yek deynê me yê li hember cangorî û malbatên wan e``. 

    Malezyayê ragihand ku li ser varyantên din û mekanîzmayên din ên lêpirsînkirina wê tawanê wê venêre û wezîrê transportê yê wî welatî Loy Tonga Laya got ku ``Ez dixwazim destnîşan bikim, ku tiştê îro qewimî, nikare Malezyayê bide rawestandin. Malezya wê varyant û mekanîzmayên din jî yên bi lêpirsînênan ve girêdayî  lêkolîn bike. Em ê hewlên xwe berdewam bikin û em teslîm nabin``.

    Holandî jî ji motîvasyona Rûsyayê fam nakin, ku sazkirina dadgeha navneteweyî li Civata Ewlekarîyê ya NY bloke kir. Wezîrê karên derve yê Holandayê Bert Kûnders jî piştî dîyarbûna encamên dengdanê got ku ``Ez wê yekê nikarim fam bikim, ku endamê Civata Ewlekarîyê ya NY çawa dikare ji dabînkirina dadwerîya wê trajedîyê re bibe asteng, ku di encamê de gelek mirovan jîyana xwe ji derst dane. Heta dadwerî dabîn nebe, welatê min hedar nabe. Malezya, Holanda, Awistirya, Belçîka û Ûkrayna ji bo peydakirin û cezakirina tawanbaran wê xebatên xwe yên hevbeş berdewam bikin. Em naxwazin di wê xebatê de wextê xwe winda bikin``.

    Nûnera DYA`yê yê li NY Samanta Powerê jî şaşwazîya xwe ya li hember helwesta Rûsyayê dîyar kir û wisa got: ``Ew yek bûyereke trajîk e, dema Rûsya îmtîyaza ji bo parastina aştî û ewlekarîya navneteweyî jê re hatî dayîn, ji bo têkbirina aştî û aramîya navneteweyî bikar tîne``.

    Bi heman mijarî:

    Vîtalîy Çûrkîn: CE ya NY gereke bi sazkirina dadgehên cezayê ve mijûl nebe
    Çûrkîn: proja biryara NYî ya derbarê sazkirna trîbûnalê derbarê ketina Boeing bê ayende ye
    Pênc pirsên derbarê hilweşandina Boeing MHI7 ku bê bersev mane
    Etîketan:
    Veto, Boeing, NY
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de