17:44 23 Îlon 2017
Zindî
    Karmendê berê yê Ajnasa Saloxgêrî a Amerîkayê Edward Snowden

    Koçka Spî red kir ku Snowden efû bike

    © REUTERS/ Mark Blinch
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 111 0 0

    Koçka Spî, tev daxwazên bi hezarên kesan jî, redkir ku karmendê berê yê Ajansa Ewledariya Netewî Edward Snowden efû bike.

    Waşington daxwaznama jibo vê yekê ku 170 hezar kesî imzekirbû, redkir.

    Di daxuyaniya Koçka Spî de tê gotin ku `Snowden divê vegere welêt jibo jiber karên xwe yên sûcdar bê cezekirin.

    Koçka Spî dibîne ku Snowden divê bê dadkirin, jiber zanyariyên ku wî belavkir, ewledariya DYA xist metirsiyê de.

    Parêzerê Snowden berya demekê ragihand ku ew amadeye berseva hemû pirsên orgenên lêkolînê yên Amerîkayê bide, lê ew ne bibawere ku dadgeh wê dadmend û rastteqîn be.

    Snowden li Amerîkayê dibe ku heta 30 salî jî bê zindankirin an jî darvekirin, jiber wî zanyariyên derbarê bê çawa ajansên saloxgêrî yên Amerîkayê li welatiyên sivîl, her wiha li telîfonên rêberên ewropî jî guhdarîdikirin belavkir. Snowdên jibo jiber lêpirsînê bireve, neçar ma ku dev ji welêt berda û mafê penaberiyê li Rûsyayê wergire.

    Bi heman mijarî:

    Snowden zanyariyên derbarê sîxuriya Amerîka li ser `Tomargeha kasperskî` belavkir
    Snowden bi seroka Arjentînê re civya
    Snowden tekoşîna bi terorîzmê re wek hiceta jibo pêkanîna binçavkirnê binavkir
    Etîketan:
    Rûsya, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de