12:29 25 Mijdar 2017
Zindî
    Serokwezîrê Yonanistanê  Aleksis Tsipras

    Gelo Yewnanistan ji qada ewro derkeve?

    © AFP 2017/ Thierry Charlier
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Cîroka Yewnanistanê pirseke cidî da pêşiya tevayî Ewrupayê: çi bikin?

    Hate dîtin ku Ewrupaya  ku xwedî hejmareke mezin ya pisporan, siyasetmedaran, aborînasan û înstîtuyên taybet e, nikare  li pêşerojê binêre û gaveke xwe ya pêşda hesab bike.  Ji roja ewli ya demezrandina qada Ewrupayê dihate dîtin ku  zû yan dereng pirsgrêkên ekonomiyê derkevin holê. Ne ku tenê ji ber  ku  bingeha vê yekîtiyê  ji formulên siyasî pêkdihat û piştre hesabên ekonomî bu.  Diyare ku her dewleteke cîhanê  tuşî   pirsgrêkan bu û gerek bihate pêşbînkirin ku  yekbuyîna  ekonomiyên  rêzek dewletan,  wê bandora  her yek  ji wan dewletan li ser yekîtiyê bike.  Lê belê, ewropiyan aramiyeke mucîze dane nîşandan û niha dema bi Yewnanistanê re lihev ketin tê bêjî  ji bo wan her tiştin ecêv bû. Aborîzan Mîxahîl Xazîn tekez dike ku pirsgrêk pirin, lê ya grîng ewe ku heger rewşa ekonomî li ewrupayê baş nebe, wê demê ewana bibînin bê di rastiyê de kareset çiye. Pispor dibêje ku vê gavê li Ewropayê mirovên wusa  tunene yên ku  bikaribin vê pirsgrêkê çareserbikin. Xazîn wuha dewam kir:


     `Modela han giştî bu: ango bilinbuna asta jiyana şîniyan li berdêla bilindbuna asta deynane. Heger wusa dewam bike û krîza ekonomî berdewam bike, wê YE têk biçe. Ji ber ku yekîtî  di perîuda derxistina diravan hate damezirandin.  Di encamê de îro erk hene lê pere tunene.  Li gor nêrîna min,  heger ekonomî pêşnekeve wê  YE di dawiya dawî de hilweşe.  Buyer  ne di çarçova YE hatibu avakirin û destnîşan kirin,  li YE siyasetmedar tunene li wur tenê burokrat hene. Lê burokrat li gor talîmatname dixebite, heta ber wî  talîmatname tunene ew femnake. Ji ber wê çendê îro Amerîkî serkêşiya ewrupiyan dikin.  Li wur ango li  DYA siyastmedar hene`.  Di encamê de Yewnanistan di teredutê de ye,  ew gerek bixwe hilbijîre ji ber ku partnerên Ewropî nikarin bibin alîkar yan jî pêşniyaran bikin.  Lêkolînvanê serbixwe Andrey Kîprovîç dibêje, li vir varîanta mukemel ku bikaribe pirsan bê êş û di heman demê de çareser bike tunene.
    Yunanistan Başbakanı Aleksis Çipras
    © AP Photo/ Geert Vanden Wijngaert

     `Heger em di her varîantê de gotna klît hildin – ew gotin  dibe makîna çapkirinê. Ji bo ku  ekonomiya Yewnanistê di şertên nu de bê aram kirin devalvasiyona bi 30 selefî pêwîste,  lê ji bo ku nêzî ya Almaniya bibe devbalvasiyona bi 50 selefî lazime. Li gor hizra min, yewnan wê qanuneke wusa bipejrînin ya   ku servîsa deynan  ji ya xercên dewletê zêdetir be. Piştre  wê defolta nu pêk bê. Welatî wê fêrî ketina asta jiyanê bibin,  împort wê sudmend be. Lê piştî demeke dirêj li  walêt vejandina ekonomiyê destpê bike.

    Bi heman mijarî:

    Yonanistan planê reformê yê dusalane amade kirye
    Yonanistan deynê FND ne da û ket rewşa defolt de
    Yonanistan wê tehwîlatên navnetewî qut bike
    Yonanistan red kir ku 5 Hezîranê dîsa dirava ji Fona Diravan re bişîne
    Etîketan:
    Yonanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de