23:57 20 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamenterên Fransayê di dema rêûresmê danîna baqên gulan li ber paykerê berevaniya qehreman li Sevastopolê

    Parlamenterê Fransî: Qirima Rûsya ji mere ne metirsîdare lê ambargo tirsnake

    © Sputnik/ Maks Vetrov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Parlementerê Fransî endamê partiya `Komarîxazan` Jak Mîar ji ber serdana xwe ya Qirimê û piştre beşdarî bernama kanala France24 kiribu, Parlamentoya Fransayê acizkir.

    Parlamenter û alîgirê Rûsyayê amaje kir û got: `Ez nikarin buyera Qirimê  wek aneksiya binav bikim, ez wek hereketeke xwezeyî dibînim, ango veger`.  Li gor gotnên Mîar, Fransa gerek `li çavên rastiyê` mîze bike ji ber ku Qirim herêmeke bi arama, şîniyên wê rusin û li wur hurmetê ji her zimanî re digirin`.  Parlamentar îda dike ku pêwîste rewşa Donbasê û Qirimê ji hevdû cuda bikin, ji ber ku li Qirimê referandum nehîşt  xwîn bê rijandin. Siyasetmedar goh nade nerazîbuna hukumeta Fransî wî tekez kir û got: `Em li gor fermana hukumetê hereket nakin,  em parlamenterên azadin`.

    Jak Mîar bang li hukumeta Fransî kir ku sizayên li hember Rûsya  hatine sepandin rakin.  Wî got: `Ambargoyên  Fransayê û yên Ewropayê ku li dijî Rûsya hatine sepandin ji bo kiştukaliya Fransayê zerarin.  Û dema ez van gotnan dibêjim ez gotnên xwe dipîvim`. Parlamenter diyar kir ku Fransa gerek ji DYA numuneyan hilnegre, ji ber ku ji Amerîkayê re bi  dehan sal pêwîstbun ji bo ku sizayên li hember Kubayê bêne rakirin.  Hukumeta Fransayê bila yek alî be jî, lê  gerek ambargoyan  rake, heger li benda encamên hereketa dîplomasiya Ewropayê bimînin wê zerarên mezin li berjewendiyên walêt bikevin.  Mîar wuha dewam kir: `Bi Rusyayê re berjewendiyên me di warê ekonomîk, siyasî, geostratejîk û taybetî di warê çandî de hene. Qirim êdî  ya Rûsyayê ye – îcar çi? Gelo ji berjewendiyên Fransayê  û ewlekariya wê re çi zerarê dike? Ti zerar tunene`.  Parlamenter amaje kir û got: `Biryarên di warê dîplomasiya  Fransî û siyaseta wê  ya derva gerek li Parîzê bîne girtin, lê ne li Berlînî, Brukselê û  li Waşîngtonê`. 

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê AKPê: Demîrtaş nediwêriya bêje ez kurd im
    Parlamenterê êzîdî: DAIŞ zarokên êzîdî fêrî şer dike
    Etîketan:
    Rûsya, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de