03:36 21 Mijdar 2017
Zindî
    Îran û koma `şeşînê`

    Îran wê bibe partnerê Rûsyayê yê neftê

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 155 0 0

    Îran plan dike ku ji bilî hevkarên xwe yên berê, hevkarên nû jî peyda bike û erdnîgarîya bazirganîya xwe ya petrolê berfirehtir bike.

    Ji ser lihevkirina koma `P5+1` û Îranê heftîyek derbaz bû. Çapemenîya cîhanî bi awayeke çalak perspektîvên vegera Îranê ya di nav bazarên petrolê gengeşe dike. Îran plan dike ku ji bilî hevkarên xwe yên berê, hevkarên nû jî peyda bike û erdnîgarîya bazirganîya xwe ya petrolê berfirehtir bike.

    Li gor nêrîna eksperan, vegera Îranê ya di nav bazarên petrolê ne bi dilê wan welatan e, yên di dema ambargoyan de dewsa wê girtinî. Li vir bala teybat li ser Rûsyayê ye, ku yek ji lîstikvanên sereke yê sektora enerjîyê ya aborîya cîhanê ye. Piştî rakirina ambargoyan têkilîyên Rûsya û Îranê yên di sektora petrolê de wê çawa pêş bikevin? Sputnik Persian`ê ew pirs li Omîd Kalesar ê ji Zanîngeha Yalova ya Tirkîyeyê kir.

    “Berî ambargoyan Îran di nav bazarên cîhanê de xwedî giranîyeke giring bû. Piştî li dijî Îranê sepandina ambargoyan, valahîya peyda bûyî ji alîyê Erebistana Siûdî, Iraq û Rûsyayê ve hate tujekirin. Niha eger ji perspektîva aborîya navneteweyî bête nêrîn, yek ji wan welatan jî naxwazin para xwe bi Îranê re parve bikin. Ji ber wê yekê, piştî rabûna ambargoyan Îran nikare di demeke zû de pozîsyona xwe ya berî ambargoyan bi dest bixe. Îran di destpêkê de wê hewl bide têkilîyên xwe bi welatên kiryarên petrolê yên mezin re pêş ve bibe. Ji alîyê din ve welatên ewrûpî ragihandin ku amade ne petrola Îranê bikirin. Eger Îran pozîsyona xwe ya berê bi dest bixe, wê para welatên wek Erebistana Siûdî û Rûsyayê ya di nav bazarên petrolê de kêm bibe. Lê, vegera Îranê, li gor nêrîna min, bandorê li têkilîyên bi Rûsyayê re nake. Rûsya û Îran dikarin li hev bikin û petrola xwe bi şertên baş bifroşin”. 

    Eksper her weha destnîşan kir, ku ji Îranê re pêşbazîya bi Rûsyayê re ne sûdmend e. Berovajî, gereke hevkarîya bi Rûsyayê re xurttir bike. Omîd Kalesar wisa berdewam kir:

    “Wek tê zanîn hevkarîya Rûsya û Îranê ya di warê petrolê de hêj di sala 1995`an de destpê kir, dema şîrketa rûsî Gazpromê bi Îranê re rêkeftina razemenîya projeyên di sektora neft û gazê de imza kir. Her weha hevkarîya Rûsya û Îranê ji alîyê şîrketa rûsî Rosatomê ve li Îranê avakirina îstgeha enerjîya nukleerî `Bûşer`ê hate pêşvebirin. Şîrketa rûsî LUKOIL`ê jî sê meh berî niha ragihand, ku ji bo hevkarîya bi Îranê re amade ye. Gazpromê jî amadebûna xwe ragihand, ku vegere projeya `Parsa Başûr`. Her weha di sala 2014`yan de Rûsya û Îranê kontrata kirîna neftê imza kirin. Anegorê wê kontratê Rûsya rojane wê ji Îranê 500 hezar bermîlên neftê bikire”. 

    Bi heman mijarî:

    Îran - Daxwaza avakirina fraksiyona parlamenterên kurd tê kirin
    Îran kredîyan nade Sûrîyeyê, deynê xwe razî dike
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    Îran: 3 hezar û 750 leşkerên me ji ber madeyên hişber hatine kuştin
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Etîketan:
    Hevkarî, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de